Xebat û planên Şaredariya Gel a Tebqayê

Şaredariya Gel a herêma Tebqayê di nava liv û tevgerê de  ye, da ku beriya zivistanî xebatên xizmetguzariyê bi dawî bike.

Şaredariya Gel a herêma Tebqayê gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn, ji wan projeyan nûkirina zêdetirî 15 hezar metre xetên kanalîzasyonê, sererastkirina rêyan û zêdekirina saetên berdana avê ji şêniyên bajêr û gundan re.

Şaredarî xebatên sererastkirina rêyan didomîne. Heman demê de rêya Konêşa Rojava û ya Rojhilat bi dawî kir. Li gorî daneyên şaredariyê, heta niha ji sedî 40 projeyên sererastkirina rêyan pêk hatiye. Xebatên sererastkirinê li kolana sereke ya Tebqayê, kolana Filistînê, Weset û kolana Umer Bin El-Xetab berdewam dike.

Şaredariyê miqdareke zift ji bo 18 hezar metre kabik û qalindbûna 10 cm veqetandibû.

Hevserokê Şaredariya Gel ê Tebqayê Ebdulwehab El-Silêman got, "Xebatên sererastkirina rêyan berdewam in."

Li ser astengiyên ku derketin pêşiya xebata sererastkirina rêyan El-Silêman got: “Sedema deregmayîna ziftkirina rêyan qerebalixa li sûka Tebqayê ye. Ya din jî pirsgirêkên di alavên ziftkirinê de derdikevin e.”

Derbarê projeyên şaredariyê yên demên pêş de El-Silêman got: “Şaredarî hewl dide tevahî kolanên Tebqayê ronî bike, parkan û çerxerêyên Deqknewar El-Kenîsa, Dela û El-Ecrawî nû bike.”

Li aliyekî din jî pirsgirêka kêmbûna avê li herêmê heye, rêveberên Gerînendeyê ev pirsgirêkê bi pirbûna niştecihan ve girêda. Li gorî serjimariya li gel Şaredariya Gel hejmara niştecihên bajarê Tebqayê zêdeyî 125 hezar kes in.

Ji bo vê pirsgirêkê Gerînendeya Avê saetên berdana avê li hersê taxê Tebqayê (Ewel, Sanî û Salis) zêde kirin. Ji saet 8‘ê sibeta heta 16’ê tê berdan.

Rêveberê Gerînendeya Avê Ehmed Mehmûd got, ji bo gundan av rojê 17 saetan tê berdan.

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din