Xebatkareke tenduristiyê: Jiyana birîndarên li Serêkaniyê di xeteriyê de ye

Hemşeriyeke dilsoz e, daxuya kirin ku pêwîste bi lez birîndarên li bajarê Serêkaniyê asê mane werin derxistin û tedawîkirin. Mary Rosen hişyarî da ku mayîna birîndaran bê dermankirin jiyana wan dixe xeteriyê.

Heyva Sor a Kurd, Heyva Sor a Sûriyê û Xaça Sor a Navdewletî, duh karîbûn 30 birîndar û 4 şehîdan ji bajarê Serêkaniya derxînin.

Lê tevî proseya rakirina birîndaran ji bajarê Serêkaniyê, hîna hejmarek birîndaran di bajêr de mane.

Hemşîreyeke dilsoz di nexweşxaneya bajarê Serêkaniyê de dixebitî û niha li navçeya Til Temirê heman kar dike, têkildarî rewşa birîndarên ji ber êrîşên artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê got: "Hîne hejmarek birîndar di bajêr de mane, pêwîstiya wan a lezgîn bi rakirin û tedawiyê heye."

Hemîşre hişyarî da ku mayîna birîndaran bê dermankirin jiyana wan dixe xeteriyê.

Hemîşre banga vekirina korîdoreke mirovî ji bo rakirina birîndarên li Serêkaniyê asê mane kir ku ji aliyê dagirkerya Tirk ve tê topbarankirin û bombebaran kirin.

(rr) 

ANHA


Mijarên Din