​​​​​​​Xebatkarên tenduristiyê yên Eyn Îsayê 4’ê Nîsanê pîroz kir

Xebatkarên tenduristiyê yên Eyn Îsayê rojbûna rêber Abdullah Ocalan 4’ê Nîsanê li baxçeyê nexweşxaneyê bi çandina daran pîroz kir.  

Xebatkarên tenduristiyê li navçeya Eyn Îsayê 4’ê Nîsanê anku rojbûna rêber Abdullah Ocalan bi çandina daran li baxçeyê nexweşxaneyê, pîroz kir.  

Ji hemşîreyên nexweşxaneyê Betûl Şêx Mihemed der barê 4’ê Nîsanê de axivî û destnîşan kir ku nemaze jin 4’ê Nîsanê wek rojbûna xwe dibînin û got: “Em vê rojê di serî de li rêber Apo, li hemû jinan û gelê xwe pîroz dikin. Ev roj zayîna azadiyê temsîl dike. Êdî rêber Apo ne tenê rêberê me ye, bi felsefeya xwe ya azadiyê bûye rêberê hemû kesên dildarên azadiyê û gelên bindest. Rêberê Kurdan, Tirkan, Ermenan, Suryanan anku hemû kesên dilxwazên azadiyê ye. Lewma her kes vê rojê wek rojbûna xwe dibîne.”

Her wiha hemşîre Xemrî Şahîn jî îşaret pê kir ku her şitileke ku diçînin, sembola azadiyê ye û got: “Li gorî me her şitilek têkoşînê dinimîne. Em rojbûna rêberê gelan rêber Apo pîroz dikin. 4’ê Nîsanê li hemû jin û mirovên ji bo azadiyê tê dikoşin, pîroz be. Nemaze hevalên niha li eniyan li ber xwe didin û yên li ser karê xwe ne, em rojbûna wan pîroz dikin.”

ANHA


Mijarên Din