Xebatên Buroya Milkên Giştî ya Reqayê

Buroya Milkên Giştî ya girêdayî Komîteya Çandinî û Avdanê ya Reqayê, 25 hezar û 200 donim zeviyên çandiniyê kirî û da şêniyan. Da ku di mewsima çandiniyê ya 2019-2020`an de jê sûd bigirin.

Buroya Milkên Giştî ya Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê hewl dide berjewendiya giştî pêk bîne. Buroyê ji bo ku şênî sûd ji milkên giştî bigirin, zeviyên çandiniyê yên giştî bi kirî dide cotkaran.

Buroyê bi koordîneya meclisên gel û şaredareyan cewleyên meydanî li gundewaran çêkir. Da ku milkên giştî biparêze, qanûnên girêdayî wê derxîne û girtekên pêwîst li dijî muxalifan li gorî qanûnê bigire.

Buroyê di sala 2019`an de 25 hezar û 200 donim zevî kirî da cotkaran. 417 peyman bi sûdkaran re bi 18 milyon û 600 hezar lîreyên Sûriyê mohr kir.

Ji ber ku di dema dagirkirina çeteyan de ji herêmê re qanûnên parastina milkên giştî tune bûn, gelek pirsgirêk di navbera cotkaran de girêdayî mafdariyê istismarê yan jî kirîkirina milkên giştî derketin holê.

Girêdayî karê buroyê, endamê Buroya Milkên Giştî ya Reqayê Hisên Xilêfan got: "Em her du aliyan agahdar dikin ji bo ku pirsgirêkê bi rêya îsbatkirina milkiyetê û belgeyên pêwîst çareser bikin. Eger pirsgirêk çareser nebû, doz ji Dîwana Edaleta Civakî re tê şandin."

Di dema hebûna komên çeteyan de li herêmê, milkên giştî di bin kontrola wan de bûn bê tu qanûnek ku mafê giştî diparêze.

Buroya Milkên Giştî di 16-6-2017`an de li bajarokê Eyn Îsayê ava bû. Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji wir re hat veguhestin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din