Xebatên Komîteya Aborî ya Reqayê

Komîteya Aborî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê ye û li herêmê qada aborî pêş xist. Her wiha plansaziyek daniye da ku qada aborî bêhtir pêş bixe.

Komên çeteyan bi taybet Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê bajarê Reqayê dagir kiribûn. Ji ber wê tevahiya qadên jiyanê paşde çûbûn. Ji ber ku çeteyan şênî tengav kiribûn û baçên giran li wan ferz dikirin, xwediyên pîşeyan, kargehan û heta cotkaran jî dev ji karê xwe berda bûn.

Piştî derbasbûna 2 sal û nîv li ser rizgarkirina bajarê Reqayê re, li bajar qada aborî bi awayek baş pêş ket. Ji ber ku Komîteya Aborî gelek projeyên mezin û biçûk teşwîq kirin, desteka xwediyên kargehan kirin. Tevî derfetên kêm, gelek xebat pêş xistin.

Reqa bi çandiniyê navdar e, ji ber wê Komîteya Aborî  ji destpêka rizgarkirinê ve dest bi sererastkirina depoyên genim kir da ku hilberînên dan û pembo ji cotakaran werbigire û depo bike.

Komîteyê depoyên Bedir li rojhilatê gundewarê Reqayê, depoyên El-Sehlebiye li rojavayê gundewarê Reqayê, El-Rafqa li bakur rojavayê gundewarê Reqayê sererast kirin. Her wiha kanalên avdanê yên sereke û şaxî yên ku bi zanabûn ji hêla çeteyan ve wêran bûne, restore kirin.

Di sala 2019`an de komîteyê 450 hezar tonên genim ji cotakaran wergirtin û li her sê depoyên ku hatine bibîrxistin  depo kirin. Komîteyê her tonek bi 160 hezar lîreyên li gorî cureya genim ên hişk û nerm kirîn. Her wiha 7 hezar tonên ceh bi 100 hezar lîreyên Sûriyê li depoyên Kebş wergirtin.

Komîteyê derdora 16 hezar to bi bihaya 330 hezar lîreyên Sûriyê ji her tonek cureya yekemîn re wergirtin. Bi 320 hezar lîreyên Sûriyê ji her tonek cureya duyemîn re wergirin.  Komîteyê hilberîna pembo di depoyan de depo kirin.

Di havîna borî de bi hezaran hikat ji zeviyan şewitîn. Lewra Komîteya Aborî ya Reqayê cotkarên zirar dîtine, dabîn kirin. Komîteyê derdora 114 ton tovên genim û 186 tonên  ceh li gorî hilberînê weke tov li cotkarên zirar dîtine belav kirin. Da ku di mewsima îsal de biçînin.

Piştî pêşketina çandiniyê li Reqayê û pêşkêşkirina tevahiya hêsan, madeyên pêwîst û sotemenî, zêdetirî 70 kargehên cihereng  li Reqayê hatin vekirin. Di encamê de rêgeza xwetêrkirinê li herêmê pêk hat û derfetên kar ji ciwanan re peyda kirin.

Komîteya Aborî kargeha çîmento Şems El-Firat vekir. Ev kargeh bi awayekî mezin barên şêniyan di sala duyemîn a jinûveavakirina bajêr de sivik kirin. Kargehê bi hezaran ton çîmento bi biyahiyên ji sûkan kêmtir peyda kirin. Her wiha miqdarên pêwîst ji bo sererastkirina kanalên avdanê, bi taybet kanal El-Belîx a navdar peyda kirin. Tevî kanalên şaxî yên li gundewarên  Reqayê.

Ji ber  zêdebûna daxwazê li ser nan û ji ber zêdebûna hejmara şêniyên resen û yên ku ji derveyî herêmê li bajêr bi cih bûne, 110 firin li bajêr hatine vekirin. Ji aliyê xwe ve Komîteya Aborî ard ji firinan re bi bihayên guncew li gorî biryara Rêveberiya Xweseriya ji bo piştgiriya nan, belav dike. Her wiha komîteyê di nîvê dawîn a sala derbasbûyî de derdora 30 hezar ton ard bi bihaya 15 milyar lîreyên Sûriyê belav kir.

Di salên derbasbûyî de gelek pirsgirêkên mezin rastî şêniyan di guvaştina  zeytûnê de di kargehên taybet de hatin. Xwediyên kargehên taybet şênî bikar anîn, bi guvaştina hilberînê de lîstin. Lewra Komîteya Aborî dest bi avakirina kargeha guvaştina zeytûnê li gundê Tişrîn li bakurê gundewarê Reqayê kir.  Ev kargeh wê di mewsima bê de bikeve xizmeta şêniyan.  

Têkildarî karên komîteyê û plansaziya wê ya pêşerojê, cîgirê hevserokatiya Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ebdulxafûr El-Rûmî axivî û destnîşan kir ku komîte hewl dide depoyên dan fireh bike û sererast bike. Bi taybet depoyên Kepş û Şinîne. Da ku miqdarên mezin ji hilberînê di mewsima bê de pêşwazî bike.

Girêdayî astengiyên ku rastî cotkaran tên, bi taybet xwediyên zeviyên dan mîna lêçûna barkirina dan ji depoyan re El-Rûmî got: "Komîteyê niha derfeta vekirina navendek ji bo wergirtina hilberînan ji cotkaran li hinek herêmên dinirxîne. Da ku barên cotkaran sivik bike. Piştre komîte wê wan miqdaran veguhêzîne depoyan."

El-Rûmî diyar kir ku komîteyê di 2020`an de wê kargehek ji bo ava vexwarinê veke. Tevî wê karên Buroya Pîşesazî û Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê, aşa û kargeha Şems El-Firat a çîmento bişopîne.

Di dawiyê de El-Rûmî got: "Komîteya Aborî wê karên xwe bidomîne heta ku bajarê ji berê baştir bikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din