Xebatên Komîteya Çalakiyên Dibistanan a Minbicê ji bo pêşxistina perwerdeyê

Bi armanca pêşxistina behreyên xwendekaran û biserxistina prosesa perwerdeyê, Komîteya Çalakiyên Dibistanan a girêdayî Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Minbicê û gundewarê, pêşengeh û mihrîcanan ji tevahiya astên xwendinê re li dibistanên bajêr û gundewar orgenîze dike.

Komîteya Çalakiyên Dibistanan a bajarê Minbicê û gundewarê wê ji destpêka avabûnê ve di 2017`an de pêşengeh, mihrîcan û çalakiyên cihereng mîna şano, stran, helbest, hunerên destan û çalakiyên werzîşê ji xwendekaran re li dar dixe. Komîteyê bi vê yekê dixwaze behreyên xwendekaran pêş bixe û wan teşwîq bike.

Komîteya Çalakiyên Dibistanan ji 3 rêveberiyan pêk tê; rêveberiya werzîşê, rêveberiya şêwekariyê (xêzkirin) û rêveberiya muzîk û şano.

Komîteyê bi awayekî asayî çalakiyan lidar dixe. Di wan çalakiyan de şano, stran, berhemên destan û tabloyên hunerî yên xwendekaran têne pêşkêşkirin.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê komîteyê Xelîl El-Hec got: "Komîteyê xwendekaran perwerde dike û di asta seretayî de destpê dike heya bigihêje asta amadehî."

El-Hac diyar kir ku malbatên xwendekaran bi mamosteyan re alîkar in.

Girêdayî astengiyên ku rastî komîteyê tê, El-Hac destnîşan kir ku piştî rizgarkirina bajarê MInbicê ji çeteyên DAIŞ`ê di encama topbaranê de dibistan wêran bibûn. Ji ber wê derfeta lidarxistina mîna van çalakiyan tune bû. lê bi demê re û piştî amadebûna dibistanan êdî çalakiyên cihereng li dar dikevin.

Di dawiyê de mihrîcan û çalakiyan de Komîteya Çalakiyan xwendekaran xelat dike.

El-Hac di dawiyê de spasnameyek ji malbatên xwendekaran û mamosteyan re şand ji ber kedên ku dane heta karê Komîteya Çalakiyên Dibistanan û prosesa perwerdeyê biserkeve.

(şx)

ANHA


Mijarên Din