Xebatên Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan a kantona Hesekê

Buroya Fenî ya Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan a kantona Hesekê 12 ebar û 4 pir li herêmên cuda yên navçeyên kantonê ji nûve restore kirin. Ev cih ji ber lehiyên ku li herêmê piştî barana ku bi giranî di demsalên zivistan û biharê de bariye, çêbûne.

Di zivistan û bihara îsal de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê baranek zêde barî. Ji ber wê jî binesaziya gelek bajar û navçeyên kantona Hesekê zirar dîtin. Jê ya herî sereke pir û ebar bûn. Ji bo wê Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan a kantona Hesekê hewl da pir û ebarên ku zirar dîtine û gelek gundên gundewar, bajar û bajarokan bi hev ve girê didin sererast bike.

Komîteyê ebara navçeya Til Temirê, gundê Im El-Hifûr ê girêdayî navçeya Şedadê, gundê Midan ê girêdayî navçeya Serêkaniyê, Çemê Cerceb, qus Hesek-Serêkaniyê û bajarokê Deşîşe restore kirin.

Her wiha komîteyê pirên gelek navçeyan jê gundê Til Hemam ê rojhilatê navçeya Til Temirê, gundê Koi Şilah ê girêdayî navçeya Serêkaniyê û  gundê Im El-Hifûr ê girêdayî navçeya Şedadê restore kirin û xebatên sererastkirina pira bajarokê Ebû Hecer ê girêdayî Şedadê berdewam in.

Komîteyê bi lêçûna 135 milyon lîreyên Sûriyê xebatên sererastkirina pir û ebaran meşand û 32 milyon lîreyên Sûriyê ji bo restorekirina pir û ebarên mayî veqetand.

Girêdayî mijarê hevseroka Komîteya Fenî ya girêdayî Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan a kantona Hesekê Evîn Dawûd got: "Ji ber rewşên hewayê yên ku li ser herêmê derbas bûne, ji ber lehî û barana ku bi giranî bariye pir û ebarên herêmê gelek zirar dîtin. Lewra werşeyên girêdayî Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan pir û ebarên herêmê sererast kirin."

Evîn balkişand ser ku xebatên wan ji bo restorekirina pir û ebarên ku zirar dîtine berdewan in û got: "Hîna hindek projeyên restorekirinê berdewam in."

Di dawiyê de Evîn destnîşan kir ku pirên ku hatine sererastkirin ev in; Pira gundê Feke û El-Marîcib ên girêdayî navçeya El-Erşîe, pira gundê Dawûdiye yê bajarê Hesekê, pir û ebarên bajarokê Red Şeqra.

(şx/bm)

ANHA 


Mijarên Din