Xebatên Meclisa Sivîl a Dêrazorê di nava sal û nîvekê de

Meclisa Sivîl a Dêrazorê li gundewarên Dêrazorê  kedeke mezin di aliyê xizmetguzariyê de pêk anî û hewl dide di demên pêş de karê xwe zêdetir bike.

Salek û nîv di ser damezirandina Meclisa Sivîl a Dêrazorê re de derbas bû. Meclis ji dema damezirandinê ve di nava liv û tevgerê de ye ku pêdiviyên şêniyên li herêmên rizgarkirî ku firehiya wê 13 hezar kîlometreçargoşe bi cih bîne.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê di 24‘ê Îlona 2017‘an de hat damezirandin. Ji roja damezirandina bênavber dixebite da ku xizmetê li herêmên gundewarên Dêrazorê yên rizgarkirî pêk bîne ku hejmara niştecihên wê nêzî milyon û 600 hezar kesan e. Di çarçoveya xebatê de 34 stasyonên avê hatin şixulandin, gelek kanalên avdanê û firin xistin xizmetê û ard li 65 firinan belav dike. Di aliyê perwerdeyê de jî 475 dibistan sererast kirin û vekirin.

Bi rizgarkirina herêmên nû ji çeteyên DAIŞ‘ê ji aliyê QSD‘ê ve Meclisa Sivîl a Dêrazorê demildest dest bi avakirina şaredariyan kir, li ser vê yekê 24 şaredarî hatin avakirin.

Girêdayî kar û xebatên Meclisa Sivîl a Dêrazorê, hevserokê meclisê Xesan El-Yûsif ji ajansa me re axivî û got: "Me bi hevkariya kadroyên tenduristiyê 3 nexweşxane û 21 navendên tenduristiyê vekirin û bê pere alîkariyê pêşkêş dike, nexweşên ku rewşa wan giran, me ew radikirin nexweşxaneya. Nexweşxaneyên hatin vekirin yek li bajarokê Kesra yê gundewarên rojava, Nexweşxaneya El-Bisêra û herêma Cidêd a gundewarên rojhilat. Niha em dixebitin da ku nexweşxaneyekê li gundewarên rojhilat ku nû hatiye rizgarkirin, vekin."

Xesan El-Yûsif diyar kir ku zirareke mezin gihîşt dibistanan, li ser vê meclisê erka sererastkirinê girt ser xwe û wiha domand: "Ziyaneke mezin gihîşt dibistanan, me 475 dibistan amade kirin, di heman demê de 5 hezar û 500 mamoste jî hatin amadekirin. Di van dibistanan de 183 hezar xwendekarên seretayî û 3 hezar xwendekarên asta navîn perwerdeyê dibînin."

Têkildarî beşa çandiniyê jî El-Yûsif anî ziman ku meclisê kanala avdanê ya Xebûr ku wekî kanalê aktîf û stratejîk tê zanîn, sererast kir. Bi vê kanalê av digihîje herêma Sebha ya li rex çemê Firatê, heta bajarê Siwer an ku herêmên li ser xeta çem ku dirêjahiya wê 45 km ye.

Xesan El-Yûsif anî ziman ku wan kanala avdanê yê Riz a li gundewarên rojhilatê ku avê dide herêma Riz, Şihêl, Zubyan heta Lîtanyayê sererast kirin ku bi kanala Sebhayê re 600 hezar donim zevî av dide.

Li gorî hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê toreyên stasyonên kehrebe li Cezra û Mîlac hatin çaksaz kirin û gundewarên rojavayê Dêrazorê ku 600 hezar kes lê dimînin bi temamî hat ronîkirin. Xesan El-Yûsif diyar kir ku xebatên sererastkirina xetên avê û kehrebeyê berdewam in.

El-Yûsif anî ziman ku meclis rojane bi hevkariya Rêveberiya Sadkopê 6 sarîcên mazot li navendên sotemeniyê bi nirxeke guncaw belav dike. El-Yûsif diyar kir ku ew hîna bêtir destekê dê bidin beşa sotemeniyê û rê li ber derxistina derve ku bûye sedema kêmkirina sotmeniyê û bilindbûna buhayê wê, bigirin."

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif bal kişand ser ku operasyonên dawî li gundewarên Dêrazorê armanc jê şaneyên veşartî ne ku hêzên leşkerî û rêveberiya sivîl, di heman demê de ewlehiya herêmê dike hedef.

(bb)

ANHA


Mijarên Din