Xebatên MSD`ê ji bo lidarxistina kongreyek giştî ji hêzên muxalefetê re

MSD`ê diyalogên siyasî û civînên xwe bi armanca li darxistina kongreyek giştî ji opozîsyona Sûriyê re zêde kirin. Bi vê armancê rol û mîsyona navenda navçeya Tirbespiyê hate firehkirin û 5 buroyên din jî pê ve hatin girêdan.

MSD`ê armanc dike ku bigihêje tevahiya çînên civakê da ku meclis û projeya xwe ya niştîmanî bi wan bide naskirin. Ji ber wê di van demên dawîn de xebatên ê mîna civîn û hevdîtinan bi siyasetmedar û rûspiyên êlan re zêde kirin. Her wiha erkên bûroya xwe ya navçeya Tirbespiyê ya ku beriya 2 salan vekiribû berfireh kir. Bi vê yekê 4 navçe,Tirbespiye, Til Hemîs, Til Koçer, Girkê Legê û bajarê Dêrikê bi navendê ve hatin girêdan.

Hikmet El-Hebîb cîgirê serokê Desteya Rêveber a MSD`ê û serokê Buroya Rêxistinî ji ajansa me re diyar kir ku MSD`ê piştî kongreya xwe ya damezirîner projeyek firehkirina meclisê hazirkiribû. Piştî pêngavên rizgarkirinê li dijî DAIŞ`ê û serkeftinên ku QSD`ê bi dest xistine, meclisê biryar girt ku civînên pênasekirina projeya xwe ya niştîmanî ji nû ve berdewam bike.

El-Hebîb, got ku, divê mirov ji pirrengiya pêkhateyên herêmê yên ku di navde Kurd, Ereb, Suryan û baweriyên din mîna êzidî, çerkes, misluman û xiristiyan hene, balder be û got: "Ev pirrengî cudabûna nêrînan ava kir. MSD`ê jî hewl dide wan nêrînan hemêz bike da ku bi civakê re bighêje nêrîna herî dawî û li ser vê bingehê jî Suriye ke nû avabike."

Diyalog bi hemûyan re vekiriye heta muxalefetê jî

El-Hebîb destnîşan kir ku ew dê hevdîtinên xwe yê bi rûspî, rewşenbîrên herêmê, pêkhateyan û kesayetên re berdewambikin. Piştre jî wê hem hevdîtinek gelêrî li dar bixin û hem jî bi werşeyên karre jî ji bo nîqaşkirina mijarên civakî û siyasî hevdîtinan bikin.

El-Hebîb eşkere kir ku, piştî serketina Komxebata Êlan a ku di 3`yê Gulanê de li navçeya Eyn Îsayê hatibû li darxistin, MSD`ê dê bi rêya buroyên xwe yên dîplomasî û derve hewl bide têkiliyên civakî bide rûniştandin û kesayetên êl û partiyan ên nû tev li meclisê bike.

MSD`ê ber bi lidarxistina kongreyek giştî ve ji hêzên opozîsyonê re diçe

Di dawiyê de Hikmet El-Hebîb diyar kir ku, meclisê piştî lidarxistina hevdîtin û civînan bi kesayetên ku nêrînên wan cuda ne ji rûspî, rewşenbîrên herêmê û pêkhateyên wê, dê hewl bide kongreyek giştî û niştîmanî ji hêzên muxalefetê re yên di hundir û derve de li dar bixe.

(şx)
ANHA


Mijarên Din