Xebatên Navenda Ciwanan a  Şehîd Xemgîn

Navenda Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Buroya Yekîtiya Werzîşê ya bajarê Helebê, bi rêya rêzaçalakiyên fikrî, çandî û werzîşî hewl didin ciwanan teşwîq bikin û behreyên wan geş bikin.

Navenda Ciwanên Şoreşger a Sûriyê çavdêriya çîna ciwan dike û hewl dide asta zanistî ya ciwanan bi rêya rêzaçalakiyên zanistî, di tevahiya warên zanistî, hunerî û werzîşî de bilind bike.

Perwerdeya fikrî ya ji bo bilindkirina asta zanistî

Navenda Ciwanên Şoreşger, girîngî dide aliyê zanistî. Ji bo wê hewl dide şertên guncew ji bo perwerdekirina çîna ciwan peyda bike.

Di çarçoveya geşpêdana zanistî de Navenda Ciwanên Şoreşger (Navenda Şehîd Xemgîn ) a ku dikeve beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûd dewreyek fikrî vekir. Dema dewreyê 10 roj in. Ciwan têde waneyên bîrdozî girêdayî dîrok, şerê taybet, dîroka jinê û gelek waneyên din, dibînin.

Jina ciwan a bi navê Berfîn Elîko ku beşdarî dewreyê bûye got: “Bi rêya dewreyê asoyên me yên zanistî girêdayî dîrok, bandorên şerê taybet li ser ciwanan tevî dîroka jinê û rola wê di civakê de fireh bûn.”

Tevî dewreyan di navendê de heftê 3 roj waneyên fêrkirina zimanê Kurdî û Erebî ji zarok û temenmezinanan re têne vekirin.

Dewreyên pîşeyî û geşpêdana behreyên ciwanan

Navenda Şehîd Xemgîn, ciwanan teşwîqî pêşxistina behreyên wan dike. Hindek komên hunerî yên dîlan, stran û lêdana amûrên muzîkê ava kirine.

Navendê, bi koordîneya Desteya Tenduristiyê ji destpêka Cotmehê ve dewreya hemşîreyîyê vekiriye. Waneyên teorî û piratîk girêdayî destwerdana lezgîn û hemşîretiyê têne dayîn.

Girêdayî werzîşê jî navendê rolek di avakirina gelek komên werzîşî de lîstiye. Jê 18 tîmên futbolê. Tevî wê jî tornoveyên futbolê û lîstokên hêzê li ser asta taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye orgenîze dike.

Endamê rêveber ê Komîteya Yekîtiya Werzîşê Ebdo Mihemed got: "Em hewl didin tîmên werzîşî yên cuda ava bikin, mîna avjanî, futbol, voleybol û pîngpongê."

Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şorşeger ê Sûriyê yê bajarê Helebê Kînan Osman got: "Armanca me ji van çalakiyan em ciwanan qezenc bikin. Wan birêxistin bikin, behreyên zarokan pêş bixin û rola wan di civakê de xurt bikin."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din