Xebatên Navenda Lêkolînên Jineolojiyê li herêma Firatê

Komîteya Lêkolînên Jineolojiyê ya herêma Firatê di nav 3 mehan de gelek semîner û  waneyên li ser jineolojiyê organîze kirin û plana xwe ya pêşerojê danî.

KOBANÊ – HÊZA HESEN

Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Herêma Firatê di Adara îsal de li bajarê Kobanê hate vekirin. Di navendê de 6 jin dixebitin û wane û semîneran li ser jineolojiyê û têkoşîna li dijî hişmendiya baviksalar didin.

Endama Komîteya Lêkolînên Jineolojiyê Ferza Mele Xelîl li ser xebatên navendê anî ziman ku wan semîner li hemû saziyên sivîl û akademiyan dan da ku rol û mafên jinan bi wan bidin naskirin.

Ferza destnîşan kir ku waneyên li ser têgehên jineolojî, aboriya jinan, etîk û estetîk, jin û tenduristiyê tên dayîn û got: "Em hewl didin bi rêya van waneyan jinan bi pêş bixin û wekheviya erk û mafan a di navbera her du zayendan de pêk bînin."

Ferza Mele Xelîl îşaret pê kir ku navend rewş û pirsgirêkên jinan bi taybet li herêmên ku nû ji çeteyan hatine rizgarkirin, ji hemû aliyan ve lêkolîn û analîz dike û hewl dide çareseriyeke guncaw peyda bike.

Der barê planên navendê de Ferza got ew ê perwerdeyan ji bo zilaman jî bidin da ku qalibê ku kapîtalîzmê di civakê de ava kiriye bişikîne, her wiha lêkolînên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan li herêma Firatê dewam bikin.

ANHA

 


Mijarên Din