Xebatên Navenda Tenduristiyê ya Kampa Mebrûka

Navenda Tenduristiyê ya Kampa Mabrûka rolek girîng di nav kampê de dilîze. Navend rojane 100 nexweşan pêşwazî dike.

Kampa Mebrûka li kêleka navçeya Mebrûka ya girêdayî Serêkaniyê ya kantona Hesekê ye. Niha zêdetirî 3 hezar koçber li kampê dimînin. Desteya Tenduristiyê bi koordîneya Heyva Sor a Kurd ji sala 2016`an ve navendek tenduristiyê di nav Kampa Mabrûka de vekiriye. Navend bê pere xizmetê pêşkêşî koçberan dike.

Her wiha Heyva Sor a Kurd  rolek sereke di wê navendê de dilîze. Heyva Sor dermanên pêwîst ji nexweşiyên demdirêj re peyda dike û li gorî pêwîstiyan nexweşan vediguhêzîne Nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê.

Di destpêka pêngava rizgarkirina Reqayê de, hejmara koçberan bi awayekî mezin di Kampa Mabrûka de zêde bû û hejmar gihaşt  derdora 27 hezaran. Bi destpêkirina pêngava dawîn a QSD`ê ya Şerê Tinekirina Terorê li Dêrazorê bi deh hezaran şêniyên parêzgeha Dêrazorê û gelek herêmên din koçber bûn. Hindek ji wan berê xwe dan kampan, yek ji ban kampan jî Kampa Mabrûka bû.

Ji ber hejmara zêde ya koçberan di nav kampê de Navenda  Tenduristiyê ya tekane di nav kampê de di karên xwe zehmetî kişand. Lê bi saya alîkariyên ku Desteya Tenduristiyê, Heyva Sor a Kurd û Yekîtiya Bijîşkan a herêma Serêkaniyê pêşkêş kirin, navendê pêwîstiyên tevahiya koçberan tevî hejmara zêde peyda kirin û bê pere ew derman kirin.

Di serdana nûçegihanê ajansa me ya ji Kampa Mabrûkê re, hejmara zêde ya koçberên ku li ber Navenda  Tenduristiyê kom bûne, bala nûçegihanê me kişand.

Endamê rêveber ê Gerînendeya Tenduristiyê ya herêma Serêkaniyê Ebdulezîz Mio ji ajansa me re girêdayî Navenda Tenduristiyê ya kampê û çawa nexweş têne dermankirin axivî. Mio diyar kir tedawîkirin û derman bê pere tên dermankirin. Her wiha di haletên pêwîst de nexweş ji nexweşxaneya Roj re têne veguhestin.

Mio destnîşan kir ku nexweşxaneya Roj derman, tedawî û niştergeriyan bê pere ji nexweşan re pêşkêş dike û got: “Navenda Tenduristiyê ya kampê rojane zêdetirî 100 nexweşan pêşwazî dike.”

Di dawiyê de Mio tekez kir ku rewşa tenduristî ya di nav kampê de baş e, rêjeya haletên nexweşiyê gelek kêm bûne û navend di dirêjahiya 24’an de saetan dixebite.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din