Xebatên roja yekemîn a Kongreya Gaziyên Şer bi dawî bû

Xebatên  roja yekemîn a Kongreya Yekemîn a Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî xwendina rapora salê û nîqaşkirinê ji hêla beşdarên kongreyê bi dawî bûn.

Bi dirûşmeya `Em parêzvanên xaka xwe ji bîr nakin` îro sibehê Kongreya Yekemîn a Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar ket. Kongrê li hola Navenda Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan bi tevlibûna 143 delegeyan ji tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û mêvanan; nûnerên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl li dar ket.

Di kongreyê de bi navên Fermendariya Giştî ya QSD`ê, Rêveberiya xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekitiya Suryan, Tevgera Civaka Demokratîk, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, MSD û Kampa Newroz a koçberan axaftin hatin kirin. Her wiha rewşên siyasî û meydanî yên herêmê hatin nîqaşkirin.

Kongre îro bi xwendina rapora salê ya xebatên gaziyên şer û nîqaşên beşdar bi dawî bû.

Li gorî komîteya amadekar di roja duyemîn a kongreyê de dê rêzikname were xwendin û were erêkirin tevî hilbijartina meclisê û komîteya dispilînê.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din