Xebatên salekê yên Şaredariya Hemratê û plansaziyên pêşerojê

Şaredariya Gel a Hemratê ji destpêka salê ve gelek xebatên xizmetguzariyê tevî derfetên kêm kirine. Her wiha planên pêşerojê da ku xizmeta şêniyan bike, amade dike.

Ji salekê zêdetir wext tevî derfetên kêm di ser vekirina Şaredariya Gel a Hemrat re derbas bû, lê gelek xizmet ji şêniyên bajarok û gundewarên girêdayî wê re pêşkêş kirin. Şardariyê xebatên rakirina axê, sererastkirina keviyên rê û ximavkirina wan û sererastkirina torên avê û elektrîkê kirine. Li rexê jî çopên (sergo) ku bê ser û ber dihatin çêkirin ku hejmaran gihaştibû 100’î, hatin rakirin.

Karê yekemîn ku Şaredariya Hemrat dest pê kiriye, dabînkirina ava vexwarinê ji bajarok û gundewarên wê re bû. Şaredariyê dest bi sererastkirina torên avê kir ku bi awayekî mezin rastî wêrankirinê hatibûn. Li gorî Buroya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a Hemratê, av gihaşt hemû gundên girêdayî bajarok.

Bi hevkariya Şaredariya Gel a Reqayê, Şaredariya Gel a Hemratê ji nû ve torên kanalîzasyonê yên gundên Reqa Semra û Tawî Riman sererast kirin. Li aliyekî din jî di encama barana dijwar ya îsal de gelek rê û derbasgeh xirab bûn. Ji lew re şaredariyê leza xebatê da û bi wê re jî 4 derbasgeh li geliyê Mengelan ku li gundê Hemretnasêr e, sererast kirin.

Bi armanca ji nû ve vegerandina xweşikiya bajarok, Buroya Hawîrdorê ya şaredariyê Parka Hemretxenam bi temamî û keviyên rê li bajarokê Hemrat û Reqet Semra sererast kirin.  Her wiha 180 şitil jî lê hatin çandin.

Planên pêşerojê yên Şaredariya Hemratê

Li ser planên pêşerojê yên Şaredariya Gel a Hemratê, gerînendeyê Buroya Kar û Barên Pîşeyî Elî Xelef li gel ajansa me ANHA’yê axivî û wiha got: "Ji yekemîn planan ew e ku şewqdana rêya giştî ya derbasî bajarok dibe, bê çêkirin. Dê projeya qîrkirina rêyên hundirê bajarokê dest pê bike. Dirêjahiya ku dê bê qîrkirin, 30 km ye."

Xelef wiha axaftina xwe domand: "Dê sererastkirin li Şaredariya Hemratê dest pê bike û ji wê jî zêdetir pirên ku hatine wêrankirin, dê sererast bikin."

Şaredariya Hemratê rastî tevgereke mezin a avahîsaziyê tê. Her wiha şaredariyê zêdetirî 250 ruxstên avahiyan li bajarok û gundên girêdayî wê dane. Serjimara bajarok a giştî 60 hezar kes e.

(fr)

ANHA


Mijarên Din