Xebatên Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê

Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo pêkanîna projeyên xizmetguzariyê û pêşxistina rewşa taxê di nava hewldanan de ye. Hinek jê pêkhatin û hinek jî hîna xebatên wê berdewam in.

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê ya Helebê ji plansaziya ku daniye, gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn, jê sererastkirina rêyan, projeya stadê, hewzê avjeniyê, paqijkirina jêrzemînan û sereratkirina toreyên kanalîzasyonê.

Bi hatina havînê û bilindbûna pileyên germahiyê re, şaredariyê dest bi xebatên xwe kir û gelek proje pêşkêş kirin.

Bi bilindbûna pileyên germahiyê re, gelek cureyên mêşan ku dibin sedema belavbûna nexweşiyan, mîna laşmanyayê, derketin. Ji ber wê Şaredariya Gel ji çend rojan ve gelek caran dermanên mêşan li kolanên her du taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê reşandiye. Her wiha dê mehê carekê derman bireşîne.

Tevî wê jî piştî geşbûna taxa Eşrefiye û vegera şêniyan piştî 5 salan, karkerên şaredariyê dest bi sererastkirina parka El-Istîqame ku berê bûbû hedefa topan, kir. Destpêkê zemîna parkê rast kir, piştre şitlên daran û gulan lê çandin, beşek taybet ji bo lîstokên zarokan tevî kafeterya ji bo şêniyan vekir.

Ji aliyekî din ve şaredariyê dest bi projeya sererastkirina Goristana Şehîdan û gorên gundê Pino li herêma Şiqeyf kir. Şaredarî dê tevahiya goristanan bi sûr bike û daran tê de biçîne.

Plansaziyên şaredariyê

Rêyên taxê ji ber topên çeteyên dagirkeriya Tirk gelek zirar dîtine, zivistana îsal û baranê rewşa rêyan zehmettir kir, ji ber wê Şaredariya Gel ji bo restorekirina rêyan plansazî danî.

Girêdayî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê ya Helebê Mihdê Bîlal got: "Di qonaxa yekemîn de em ê kolanên taxê yên sereke sererast bikin. Ji ber dijwarbûna peydakirina madeyên pêwîst, taxên şaxî dê li ser gelek qonaxan sererast bibin."

Li gorî Bîlal projeya sererastkirina rêyan dê 3 mehan dirêj bike, ji ber ku di peydakirina alav û madeyên pêwîst de zehmetiyan dikişînin.

(şx)
ANHA


Mijarên Din