Xebatên Şaredariya Gel ya El-Besîra

Şaredariya Gel a El-Besîra xebatên xizmetguzarî ji bajarokê El-Besîra û gundên girêdayî wê re pêşkêş bike û tevahiya pêdiviyên jiyanî tevî derfetên hindik peyda bike.

Şaredariya Gel a El-Besîra ji bo pêşxistina warê xizmetguzarî û pêkanîna projeyan ji bajarokê û gundewar re dixebite. Bajarokê El-Besîra û gundewarê wê di operasyonên rizgarkirinê de pir zirar nedît, rêjeya wêraniyê ji sedî 10 derbas nekir. Lê ji ber tunebûna xebatên saziyan di dirêjahiya 7 salan de, binesaziya bajarokê ji av, kehrebe û toreya kanalîzasyonê wêran bû.

Piştî rizgarkirina El-Besîra ji hêla QSD`ê ve, Meclisa Gel bi koordîneya Meclisa Sivîl a Dêrazorê di 1-4-2018`an Şaredariya Gel vekir. Şaredariyê yekser dest bi karê xwe di peydakirina pêdiviyên şêniyan kir.

Karên ku şaredariyê ji destpêka avakirinê ve kirine

Piştî avakirina şaredariyê, destpêkê şaredariyê bermahiyên şer û bendên axî ku çeteyan di nav taxên bajarokê de danîbûn rakirin û rê li pêşiya şêniyan vekirin. Her wiha tevahiya stasyonên ava vexwarinê sererast kirin da ku av bighêje bajarokê û gundewarên wê bi rêjeya ji sedî 75. Tevî wê jî bi awayekî demkî toreyên kanalîzasyonê restore kirin.

Bi armanca parastina paqijiya bajarokê, Şaredariya Gel di demek berê de dest bi hemleya paqijkirinê ya berfireh kiribû girêdayî sergûyên bê serûber yên ku di nav bajarokê û gundên girêdayî wê de bi awayekî mezin belav bûne. Şaredariyê ew sergû veguhestin cihên dûrî şêniyan. Tevî wê jî ji bo rakirina gemarê bi awayekî rojane ji kolanên bajarokê û gundên girêdayî wê 3 tirektor eyar kirin.

Her wiha şaredariyê hewl da hindek rêyên bajarokê û gundên girêdayî wê ku zirar dîtine bi awayekî demkî bi bermahiyan û kevirê şikandî sererast bike.

Şaredariya Gel a El-Besîra ji bo birêxistinkirina veguhestina hundirîn û derve û şopandina kiriyên veguhestinê ji hêla komîteya zabîte ya girêdayî şaredariyê geracek li bajarokê vekir. Ji bo şopandina serjêkirina sewalan meslexek(qesabxane) vekir û ji hêla bijîşkek beyterî ve tê şopandin û piştre goşt li bajarok û gundên girêdayî wê ve bi yek buhayan tê belavkirin.

Girêdayî plansaziya pêşerojê ya Şaredariya Gel a El-Besîra, endamê rêveber ê şaredariyê Ismaîl El-Şahir got: "Dema niha em xebatên aktîvkirina foca agirmvemriandinê li bajarokê dimeşînin bi taybet piştî şewatên ku li herêmê rû dane, em hewl didin toreyên kanalîzasyonê sererast bikin û bi hinek nû bighêrin."

El-Şahir wiha domand: "Di çend rojên pêşiya me de em ê dest bi projeya ziftkirina kolanên sereke di nav bajarokê de û projeya sererastkirina pira El-Besîra ku dikeve ser çemê Xabûr bikin, ji ber ku her du aliyên El-Besîra rojhilat û El-Besîra rojava bi hev ve girê dide."

Bajarokê El-Besîra di 12-11-2018`an di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê de ku QSD`ê ji bo tunekirina DAIŞ`ê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê destpê kiriye, rizgar bû.

(şx/kc)

ANHA


Mijarên Din