Xebatên Şaredariya Silûkê

Bi destpêkirina demsala havînê re, Şaredariya Gel a navçeya Silûkê ya kantona Girê Spî dest bi xebatên projeyên xizmetguzeriyê kirin.

Tevî kêm alavan lê Şaredariya Gel a navçeya Silûk a kantona Girê Spî gelek projeyên xizmetguzeriyê pêk anîn.

 Şaredarî niha projeya sererastkirina resîfên kolana giştî ji aliyê ketina rojavayê bajêr heta ketina bajêr aliyê bakur. Ev dirêjî yek kîlo metre ye. Ev yek pêngava yekemîn e, di pêngava duyemîn de dê bi 2 milyon lireyên Sûrî resîfan bi dirêjiya 15 km buyax bikin.

Her wiha Şaredariya Gel kolana sereke, kolana Sîna û ketinên bajêr hemû ronî kirin.

Hevseroka Şaredariya Gel Fatime El-Himêdî derbarê şebekeyên avê yên navçeyê de, wiha got: "Beriya niha navçeya Silûkê zehmetî ji şebekeyên avê dikişand. Lê piştî ku kehrebe baş bû, pirsgirêk çareser bû. Niha 5 bîr hene, avê dide kolanên navçeyê, ew yek jî li ser enerjiya kehrebê dixebite."

Fatime El-Hemêdî diyar kir ku 20 karkerên paqijiyê hene ku rojan e kolanên navçeyê paqij dikin.

Şaredarî plan dike ku parka li nêzî geraca Silûk ku berfirehiya wê 2 km çargoşe ye sererast bike. Pêwîstiya parkê bi jinûva çandina daran û danîna daniştokan heye. Piştî ku proje bi dawî bibe dê navê şehîdekî lêbikin.

Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Silûk Fatime El-Hemêdî destnîşan kir ku pêwîstiya wan bi alavên agirvemirandinê, alavên paqijkirina kolanan û bildozerek mezin ji bo sererastkirina rêyan heye û teqez kir ku alavên li gel wan têra pêkanîna pêwîstiyên navçeyê nake.

Şaredarî plan dike ku gelek projeyan di vê havînê de pêk bîne, di nav de projeya dirêjkirina şebekeyên kanalîzsyonê di nav kolanan de bi 44 milyon leyreyên Sûrî. Her wiha projeyên ziftkirina rêyan bi 64 milyon lireyê Sûriyê. Dê ziftkirin li taxên navçeyê û gundên wê pêk were.

Dê şaredarî di temamkirina projeya çerxereya şaredariya Silûkê dewam bike.

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din