Xebatên şaredariya Şêxmeqsûd ên beriya zivistanê

Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, hewl dide  xebatên xizmetguzariyê ji beriya zivistan were temam bike. Werşeyên şaredariyê toreyên kanalîzasyonê paqij kirin û hinek rêyên ku zirar dîtine zift kirin.

Beriya ku zivistan were Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd a Helebê hewl dide xebatên xizmetguzarî ji şêniyan re pêşkêş bike. Hindek girtekan digire da ku pirsgirêkên ji ber barana zêde çêdibin û bandor li toreyên kanalîzasyonê dikin, bigire.

Şaredariya Gel bi rêya werşyên xwe û komîteyên pispor hewl dide toreyên kanalîzasyonê yên tevahiya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye sererast bike.

Ji aliyekî din ve ji bo derbaskirina pirsgirêka kombûna avê şaredariyê ragar li hindek deverên taxê ava kirin. Girêdayî wê hevserokê Şaredariya Gel Mihdî Bîlal dibêje ku ew hewl didin projeyê li her du beşên rojava û rojhilat pêk bînin.

Komîteya fenî li ser giliyên şêniyan hindek rêyên ku zirar dîtine sererast kirin.

Bîlal got: “Em ji ber derfetên kêm gelek zehmetiyan dikşînin. Em hewl didin tevahiya xebatên bingehîn  peyda bikin.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din