Xebatên şaredariyên Şehba û Efrînê berdewam in

Şaredariyên Gel ên her du kantonên Şehba û Efrînê di demek kurt de gelek xebatên xizmetguzariyê li gorî derfetên heyî pêşkêşî şêniyan kirin. Sererastkirina rêyên sereke di plansaziya her du şaredariya de ye.

Di dema dagirkirin û êrîşên li navçeya Şêrawa ya Efrînê û kantona Şehbayê, gelek dever wêran bibûn û zererên mezin gihiştin binsaziyê herêmê. Şaredariyên Gel ên her du kantonên Şehba û Efrînê  hewl didin pêdiviyên şêniyên herêmê li gundên navçeya Şêrawayê ya Efrînê û Şehbayê peyda bikin û deverên wêrankirî çaksaz bikin.

Ji destpêka bicihbûna şêniyên Efrînê yê dagirkirî li Şehbayê ve, şaredariyên her du kantonan bi hev re erka peydakirina pêdiviyên şêniyan hildan ser xwe. Her du şaredarî di demek kurt de li gorî derfetên di dest de xebateke ber bi çav dane meşandin, ya serekê peydakirina av û kehrebe bû.

Belavkirina avê

Şaredariya Gel av ji tevahî gund û navçeyên kantona Şehba û navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê re bi rêya toreya ava vexwarinê peyda kir. Ev tore avê dighîne gundên Ziyaretê, Aqîbe yên navçeya Şêrawayê, navçeya Ehres, Til Rifat ên kantona Şehbayê, di nav de kampên Berxwedan, Serdem û Efrînê. Gundên din jî av bi rêya sahrîcan li şêniyan têne belavkirin. Li gel Şaredariya Gel 100 sahrîc hene da ku av li tevahiya malan belav bike.

Her wiha şaredarî hewl dide toreyan sererast bike, lê alavên kêm ji hewldana wê re dibin asteng. Ji ber ku toreyên avê di encama şerên li herêmê rû dane de bi awayekî mezin zirar dîtine.

Pirsgirêka kehrebê ji sedî 95 çareser bûye

Tevî xebatên şaredariyê di warê avê de, Şaredariya Gel pirsgirêka ronîkirinê li kantona Şehbayê çareser kir. Şaredariyê kehrebe ji malan re dirêj kir û 46 ceneretor li gundên kantona Şehbayê belav kir û bi rêya toreyên derve têlên kehrebeyê dirêj kirin. Bi vî awayî şaredariyê pirsgirêka kehrebeyê bi rêjeya ji sedî 95 çareser kir.

Xebatên şaredariyê di warê paqijiyê de

Ji aliyekî din ve şaredarî hewl dide hawîrdorek pak ji gundan û kampan re bi alîkariya karkerên şaredariyê peyda bike. Li tevahiya kantonê 160 karker di Komîteya Paqijiyê de rojane dixebitin.

Ji bo şopandina sûkan, kontrolkirina buhaya kelûpelan, çavdêriya madeyên demborî û tekezkirina paqijiya dikanan, Komîteya Zabite ji 15 kesan hate avakirin.

Sererastkirina riyên sereke di plansaziya şaredariyê de

Hevseroka Şaredariya Gel a Herêma Efrînê Melak El-Hisên tekez kir ku ew hewl didin di vê demê de dest bi projeyên di plansaziya 2019`an de bikin. Sererastkirina rêyên sereke, yên di encama  şerên ku rû dane de zirar dîtine, di nav plansaziya şaredariyê de ye da ku veguhestina erebeyan hêsan bibe û jiyana ajokar û şêniyan were parastin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din