Xebatên Saziya Zimanê Kurdî li Minbicê

Saziya Zimanê Kurdî li bajarê Minbicê 95 mamosteyên zimanê kurdî gihandin û 36 dewre bi dawî kirin. Sazî li Minbicê bûye navenda parastin û pêşvebirina zimanê kurdî.

Saziya Zimanê Kurdî li bajarê Minbicê di sala 2017`an de bi armanca xebatên têkildarî zimanê kurdî û pêşxistina nifşên nû yên li herêmê, hate vekirin.

Têkildarî mijarê yek ji rêveberên saziyê Elî Abdulqadir got berbelavkirina zimanê kurdî û fêrkirina wê ji erka wan e.

Di dema vekirina saziyê de 95 mamosteyên ji beşên zimanê kurdî û wêjeya kurdî derçûn û paşê li dibistanên girêdayî bajarê Minbicê, da ku xwendekaran fêrî zimanê kurdî bikin, hatin erkdarkirin.

Heta niha jî û piştî ku 2 sal di ser vekirina saziyê re derbas bûn, 36 dewre pêk hatin ku ji her sê qonaxan pêk dihatin û 740 xwendekarên ji temenên cuda beşdarî dewreyan bûn.

Têkildarî dewreyên ku nû hatine vekirin, endamê rêveberiyê Elî Abdulqadir destnîşan kir ku niha 3 kom tên perwerdekirin, 2 ji wan ên qonaxa yekemîn in û ya din jî bo qonaxa  duyemîn e.

Niha jî Saziya Zimanê Kurdî hewldana vekirina dewreyên bîrdozî û materyalan ji bo avakirina mamosteyên zimanê kurdî bi hemû beşên xwe ve dike, her wiha beşdariya mamosteyên di saziyê de ji xebatê re, dê bi hevkariya  Saziya Zimanê Kurdî ya li bajarê Qamişlo be.

Têkildarî mijarê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî yek ji rêveberên Saziya Zimanê Kurdî ya li bajarê Minbicê Elî Abdulqadir ev roj li tevahiya gelê Kurd pîroz kir û destnîşan kir ku ji erka wan e ku nifşên pêşerojê bigihînin da ku ziman biparêzin.

(eh)

ANHA 


Mijarên Din