Xebatên Tîmên Agirvemirandinê bi destpêkirina mewsima çinînê re

Di havînê de li gorî endamên Tîma Agirvemirandinê dibêjin, mewsima şewatan dest pê dike. Li ser wê tîmên agirvemirandinê yên herêma Tebqayê bi destpêkirina mewsima çinînê re amadekariyên xwe dikin.

Bi destpêkirina mewsima çinînê û bilindbûna pileyên germahiyê re şewat di zeviyên çandiniyê de belav bûn. Li ser wê tîmên agirvemirandinê ji bo kêmkirina ziyanên şewatan 2 şaxên xwe li El-Cirniye bakurê rojavayê Tebqayê û li bajarokê El-Mensûra vekirin.

Endamê rêveber ê Tîma Agirvemirandinê ya girêdayî Şaredariya Gel a Tebqayê Hemdan El-Deis diyar kir ku ji ber firehiya herêma Tebqayê û da ku tîm zû bigihîjin cihê şewatê eger rû bide, her du şax vekirine.

El-Deis teqez kir ku ji her du şaxan re erebeyeke agirkujiyê tevî 4 karkeran eyar kirine. Endamên her du şaxan di dewreyên girêdayî mekanîzmeya dan û standina bi şewatan re û bûyerên awarte re derbas bûne.

Tîma Agirvemirandinê li ser tevahiya astan xwe amade kirine

Tîma Agirvemirandinê haletên awarte wiha dabeş dike; şewat, keraset, qezayên trafîkê û xeniqîn û ji her haletekê re alav û kadroyeke pirspor heye.

Şewat li gorî gelek rêgezan tê dabeşkirin. Ji her cureyekê re şêwazên dan û standina pê re cuda ne, tevî bicihanîna rêbazên ewlehiyê.

Şewat xetereya herî mezin e ku rastî Tîma Agirvemirandinê tê. 3 cureyên wê hene; şewatên daristanî, petrol û zêt û kehrebe. Di şewatên daristanî û zeviyên çandiniyê de av tê bikaranîn. Di şewatên petrol û zêtê de madeyek kefdar (bikef) tê bikaranîn da ku agir vemire, ji ber ku ev cureya şewatan zû dişewite û av tenê têrê nake ku vemirîne.

Di rewşên şewata bi sedema kehrebeyê, madeya bodra û karbondîoksît tê bikaranîn ji ber ku ew made ji kehrebeyê re ne guhêzbar e.

Her wiha ji erkên Tîma Agirvemirandinê jî bi koordîneya beşên destwerdana lezgîn, tîmên rewşên awarte yên girêdayî Hêzên Ewlehiya Hundirîn mudaxeleya qezayên trafîkê dike. Di qezayan de tîmên taybet ên Tîma Agirvemirandinê alavên taybet ji bo derxistina kesên birîndar ji hundirê wesayîtan bi kar tînin.

Ji ber xwezaya herêma Tebqayê li ser her du beravên Gola Firatê, Beşa Binavger û Munqiz di nav beşê Tîma Agirvemirandinê de hate avakirin. Endamên tîmê di dewreyên girêdayî şêwazê hemû qezayan re ku di vî warî de rû didin û bi amûrên taybet derbas bûne.

Derfetên kêm li hember lezgîniya tîmê dibin asteng

Endamê rêveber ê Tîma Agirvemirandinê Hemdan El-Deis hindek astengiyên ku li pêşiya karên wan derdikevin destnîşan kirin û wiha rêz kirin: "Ya herî girîng serjimara zêde û tevgera trafîkê ya qerebalix li navenda bajêr e. Dîsa jî endamên tîmê li gorî erdînîgariya berfireh kêm e. Ev jî li hember bilezdayîna gihaştina tîmê ji cihê bûyerê re dibin asteng."

Tîma Agirvemirandinê tevahiya cotkarên herêmê hişyar dikin ku bi destpêkirina mewsima çinînê re amade bin, eger şewat rû bide û bi endamên tîmê re alîkar bin û li gorî biryaran tev bigerin.

Tîma agirvemirandinê ya girêdayî Şaredariya Gel a Tebqayê di van du rojên borî de 2 şewat li herêma Tebqayê  ku bi 370 donim ketibû, vemirand. Zirarên şewatê sivik bûn.

(şx)

ANHA


Mijarên Din