Xelatên Mîhrîcana Şano ya Şehîd Yekta Herekol hatin dayîn

4‘emîn Mîhrîcana Şano ya Şehîd Yekta Herekol ku 10 rojan dewam kir bi dayîna xelatan bi dawî bû.

4‘emîn Mîhrîcana Şano ya Şehîd Yekta Herekol bi dirûşmeya "Dengvedana Efrînê"27‘ê Adarê ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê ve dest pê kir. 10 komên şanoyê yên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava 10 rojan de şanoyên xwe li ser dika navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo pêşkêş kirin.

Îro jî bi beşdarbûna girseyeke qerbalex merasîmê dayîna xelatan hate lidarxistin.

Cîgira Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Nûr Wegai bi xêrhatina beşdaran kir û got: "Her kes ji me dizane ku şano xwedî wateyeke girîng e, ji ber ku rastiya gelan û civakê nîşand dide."

Nûr Wegai anî ziman: "Li ser vê dikê wateyên nasname û pêkhateyên netewa demokratîk hatin nîşandan. Salên berê sembolên çandî û siyasî hatibûn înkarkirin, lê îro me çirûska şoreşa çandê pêxistin û serkeftin qezenc kirin."

Pitre, hunermend Nesrîn Botan stranên şoreşgerî gotin.

Komîteya Amadekar a Şanoyê xelatên mîhrîcanê belav kirin.

Kom û kesên di mîhrîcanê de hêjayî xelatê hatî dîtin ev in:

Koma şanoyê ya herî baş: Koma Efrîn.

Rola: lîstikvan Şêrewan Mele û Hesen Remo.

Lîstikvan: Bera Hesen.

Sînografîk: Koma Serdem ji bo şanoya "Tu ne Kara yî".

Derhêner: Şanoya "Jina bi tenê".

Tekst: Şanoya "Tu ne Kara yî" ya Koma Serdem a Erka Xweparastinê.

ANHA


Mijarên Din