Xelatên Pêşbirka Şehîd Eylûl hatin dayîn

Navenda Çandê ya Şopdarên Rojê xelatên Pêşbirka Şehîd Eylûl a baştirîn wêne belav kir

Navenda Çandê ya Şopdarên Rojê ya girêdayî Navenda Ragihandina YPJ‘ê 1‘ê Adarê pêşbirka Şehîd Eylûl a baştirîn wêneyên fotografî ragihandibû û 1‘ê Gulanê wergirtina wêneyan bi dawî kir. Di vê çarçoveyê de 22 wênekêş û rojnamevan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi 24 wêneyan beşdar bibûn.

Merasîmê xelatdayînê îro li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Beherêmên beşdarên pêşbirkê li navendê hatin daliqand.

Dayika şehîd Eylûl, Bedîa Mihemed axivî, pêşbirk li hemû kesên ku beşdarî bibûn pîroz kir û anî ziman ku keça wê Eylûl bi berhemên xwe di oxira ragihandina dengê doza gelê Kurd de şehîd bû.

Dayika şehîd, Bedîa hêviya serkeftinê ji beşdarên pêşbirkê re xwest.

Piştre endamê Navenda Şopdarên Rojê Reşo Kaskan kesên ku hêjayî xelatê hatin dîtin diyar kir.  Xelat li gorî 3 salan hatin dayîn.

Xelata yekemîn, wênekêşê fotografîk Ebdulîlah, xelata duyemîn rojnamevan Beraa Mustefa û ya sêyemîn nûçegihanê ajansa me ANHA‘yê Basil Reşîd bi wêneya xwe ya balê dikşîne ser aştiyê girtin.

Endama Ragihandina YPJ‘ê Ronahî Umer (Eylûl Nulhat) 20‘ê Cotmeha 2016‘an dema ku êrîşên çeteyên Tirkiyê li ser herêma Şehbayê dişopand şehîd bû.

ANHA


Mijarên Din