Xelatên pêşbirka wêjeyî hatin dayîn

Yekitiya Rewşenbîrên bajar û gundewarên Minbicê bi merasîmekê xelatên pêşbirka wêjeyî belav kirin.

Yekitiya Rewşenbîrên Minbic û gundewarên wê di navîna Hezîrana 2019‘an pêşbirka (Helbest, kurteçîrok û gotar) ragihandinbû. 40 kes bi berhemên xwe beşdarî pêşbirkê bûn.

Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê îro bi merasîmekê kesên di pêşbirkê de bi serketin, xelat kirin.

Merasîma bi sedan kes amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir.  Paşê hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê Ehmed El-Yûsif axivî û got: "Bajarê Minbicê hîna bi wêjevanên xwe tijî ye û dê hertim wisa be, me berhemên xweşik wergirtin. Heya ji me hat me xwest ku encamê pêşbirkê adil be. Berhem ji aliyê komîtyeke pispor ve yadi aliyê wêjeyê de hatin nirxandin."

Di merasîmê de bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê hevserokê Meclisa Zagonsaz Mihemed Elî El-Ebo axivî, spasiya Yekitiya Rewşenbîran li ser vî karî kir û anî ziman ku bandora aloziya Sûriyê hinekî li ser asta çand û wêjeyê li tevahî Sûriyê û di nav de bajarê Minbicê hebû, lê di demên dawî de gavên girîng di aliyê vejandina wejeyê de hatin avêtin.

Paşê Yekitiya Rewşenbîran, navên kesên bi serketin ragihandin û xelat kirin.

Xelata yekemîn a helbesta hûnandî ; Îbrahîm Mûsa El-Elî li ser helbsta "Gula yasmîn, xelata yekemîn a helbesta dariştî Welaa El-Mihêmîd li ser helbesta "Te bêriya min kiriye", xeleta yekemîn a çîrok Cûma El-Heyder  " Bahoz û Xewn", xelata yekemîn a gotar  Xidir El-Casim li ser gotara xwe ya "Çand" û Ehmed El-Casim gotra "Hebû tinebû"

Piştî belavkirina xelatan, beşdarên pêşbirkê berhemên xwe xwendin.

ANHA


Mijarên Din