Xeleka nû ya planên civîna 13`ê Adara 2013`an

Êrîşên kuştinê yên li dijî kesayetên welatparêz li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêweyeke nû ya planên dijminane yên Tirkiyê ne ku di civîna 13`ê Adara sala 2013`an de hatibûn destnîşankirin. Êrîşên kuştinê yên ku tevgera Qiyam (Çukur) dike, mînaka vê yekê ne.

EHMED MIHEMED / NAVENDA NÛÇEYAN

Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re di sala 2011`an de, gelek dewletên herêmî û cîhanê destê xwe avêt nava şoreşê û ew ji rêya wê derxist. Van dewletên ku bi gelek navan destwerdan kirin (mîna dostên Sûriyê, semyanên şoreşa Sûriyê û hwd.) ji bo pêkanîna stratejiyên xwe yên siyasî, leşkerî û aborî yên demdirêj dixebitîn, di vê derbarê de van dewletan gelek civîn û kongre li dar xistin. Yek ji dewletên ku herî zêde çavên xwe berdan Sûriyê û şoreşa wê veguherand aloziyeke mezin û welat kire cihê terora cîhanê, Tirkiye û hevalbendên wê bûn.

Mînaka herî berbiçav a plan û kiryarên Tirkiyê li dijî herêmên bakurê Sûriyê, tomarên deng bûn ku roja 27`ê Adara 2014`an li ser malperên civakî hatin weşandin. Di vê tomara deng de, di civîneke veşartî de ku roja 13`ê Adara 2013`an hatiye lidarxistin, 4 berpirsên payebilind ên hikumeta Tirkiyê (wezîrê karên derve yê berê Ahmet Davutoglu, musteşarê wezaretê Ferîdun Sinirlioglu, serokê duyemîn ê artêşa Tirk ê wê demê Yaşar Guler û serokê îstixbaratê Hakan Fîdan) diaxivin û behs dikin bê ka dê çi hincetan bibînin da ku êrîşî Sûriyê bikin.

Di tomarê de serokê îstixbaratê Hakan Fîdan wiha dibêje: “Eger pêwîst be ez ê çar zilaman bi rê bikim Sûriyê û ji wan bixwazin ku 8 guleyên hewanê ji aliyê sînor ve biavêjin aliyê Tirkiyê û bi vî awayî em ê ji bo destwerdana Sûriyê hincetekê çêkin.” Jixwe ev tomara deng roja 16`ê Çileya 2019’an ji aliyê Dadgeha Bilind a Tirkiyê ve hate erêkirin.

Êrîş û gefên Tirkiyê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku wî ji projeya demokratîk vegerînin, tu encam nedan, ji ber ku gelê herêmê birêxistinkirî bû û li ber xwe da, lewma Tirkiyê ji sala 2016`an ve dest bi polîtîkayên nû kir ku yekitî û hevgirtina gelên herêmê têk bibe û hin aliyan li dijî yên din sor bike. Lewma şerekî ragihandinê yê mezhebî bi rê ve bir, her wiha kiryarên kuştina kesayetên Ereb û Kurd ên navdar û hin nûnerên gel û pêkhateyan li herêmên rêveberiyên sivîl bi rêxistin kirin.

Kiryarên kuştinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gelek awayan û gelek navan û destan pêk hatin, lê di dawiyê de diyar bû ku destê îstixbarata Tirkiyê di nava van kiryaran de heye. Ev kiryarên kuştinê ku carinan bi çekên sivik, carinan bi bombeyan bi destê çeteyên bi navê Tevgera Qiyam pêk hatin ku vê dawiyê navê xwe kiriye “Çukur”.

Navê rêzefîlmeke Tirkiyê li xwe kirin

Koma çete ya Tevgera Qiyam roja 15`ê Cotmeha 2017`an ji nava çeteyên Tirkiyê hate damezirandin. Di wê rojê de bi daxuyaniyeke bidîmen ku li ser malperên civakî hate weşandin, xwe ragihandin. Wê çaxê ragihandin ku ew ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, tev bigerin. Vê dawiyê navê xwe veguherandin “Tevgera Çukur” ango konçal. Ew nav ji rêzefîlmeke Tirkiyê ku qala mafyayê dike, hatiye wergirtin.

Ne tenê navê vê komê girêdana wê ya bi îstixbarata Tirkiyê re eşkere dike, her wiha çeteyên wan ên ku aliyê şervanên QSD`ê ve hatin girtin, li xwe mikur hatin ku ew ji aliyê îstixbarata Tirkiyê ve hatine birêxistinkirin, her wiha Tirkiyê alîkariya van şaneyên ku li herêmê tev digerin, dike.

Li gorî lêpirsîn û mikurhatinên endamên şaneyê yên girtî, armancên wan ên sereke, kuştina kesayetên welatparêz, çi Kurd çi Ereb, da ku aramiya herêmê têk bibin, her wiha di nava welatiyan de tevliheviyê çêkin û di nava gel de propagandaya li djî hêzên leşkerî û ewlehiyê yên girêdayî QSD`ê bikin.

" http://www.hawarnews.com/ar/haber/d8aed984d98ad8a9-22d8acd988d983d988d8b122-d8a7d984d8a7d8b3d8aad8aed8a8d8a7d8b1d8a7d8aad98ad8a9-d8a7d984d8aad8b1d983d98ad8a9-d8aad8b9d8aad8b1d981-h11695.html "

Suîqastên li hember kesayetên Kurd û Ereb

Tevgera Qiyam li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev geriya û li dijî welatiyên herêmê kiryarên terorê kirin û her car jî nasnameya xwe eşkere kir. Li dijî gelek kesayetên Kurd û Ereb û rêber û fermandaran kiryar û hewldanên kuştinê kirin; mîna fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemd Ebû Adil, berpirsê Komîteya Jinûvevakirinê ya Reqayê Îbrahîm El-Hesen, berpirsê Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Reqayê Umer Elûş, berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê Dr. Fatih El-Meşhed, serokê êla Evadila şêx Fêsel El-Hiwêdî, fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdê, hevserokê Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê Merwan El-Fitêh, hevserokê Meclisa Bajarokê El-Erîşa ya başûrê Hesekê Hemûd El-Sayir û muxtarê gundê El-Cirzî yê başûrê Hesekê Îbrahîm El-Mislit.

Kriyara destpêkê ya çeteyên Tevgera Qiyam êrîşa li dijî fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil bû, roja 2`yê Cotmeha sala 2017`an bi şev li bajarê Minbicê û li ser rêya Helebê bombeyek bi erebeya wî ve kirin û di encama teqîna bombeyê de Ebû Adil birîndar bû, koma çete jî li ser malperên civakî ew kiryar girte ser xwe.

Piştî çend rojan çeteyên heman tevgerê roja 12`ê Çileyê êrîşî mala berpirsê Komîteya Jinûveavakirinê ya Reqayê Îbrahîm El-Hesen kir ku li gundewarên Reqayê ye û 8 gule berdane laşê wî. Di encamê de lingên wî felc bûn, çeteyên Qiyam bi daxuyaniyeke li ser malperên civakî, ev kiyar girte ser xwe.

Kiryara kuştinê ya sêyemîn ku koma çeteya bi navê Tevgera Qiyam (Çukur) pêk anî ya li dijî berpirsê têkiliyên giştî ya Meclisa Sivîl a Reqayê Umer Elûş bû ku roja 16`ê Adara 2018`an pêk hat. Çete ketin mala wî ya bajarê Girê Spî û bi guleyan ew kuşt. Li gorî lêpirsînan kujerên Elûş endamên heman koma ku hewldana kuştina berpirsê Komîteya Jinûveavakirinê ya Reqayê Îbrahîm El-Hesen bûn.

Koma çete roja 25`ê Adarê êrîşî mala berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş a li bajarê Minbicê kir û ew birîndar kirin. Çeteyên Qiyam jî bi dîmenekê ev kiryar girt ser xwe.

Dîsa li Minbicê çeteyên Mertalê Feratê roja 26`ê Îlona sala 2018`an bombeyek bi erebeya hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê Dr. Fatih El-Meşhed ve kir û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Reqayê jî çeteyên Qiyam yek ji rûspiyên êla Evadile Beşîr Fêsel roja 2`yê Cotmeha 2018`an kuşt. Çeteyên vê carê ev kiryara kuştinê negirt ser xwe, xwestin di nava êlên Kurdan û Ereban ên li herêmê de tevliheviyê çêkin.

Li ser fermanên îstixbarata Tirkiyê koma çete ya Qiyam kiryarên xwe dewam kirin û qada tevgera xwe fireh kirin. Vê carê hewl dan fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdê bikujin, roja 5`ê Cotmehê li bajarokê Eyn Îsa bombeyek bi erebeyekê ve kirin ku dihat payîn a Ebdê be, lê teqemenî di erebeyek din de teqiya û endamekî parastina Ebdê şehîd bû.

Bajarê Dêrazorê yek ji qadên kiryarên koma çeteyan bû. Bi wan kiryaran hewl didan yekitî û hevgirtina pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin. Vê carê armanca wan hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Merwan El-Fitêh bû. Êrîş roja 26`ê Berfanbara 2018`an li ser rêya di navbera bajarên Hesekê û Dêrazorê de pêk hat û di encamê de El-Fitêh jiyana xwe ji dest da. 

Gelek mînakên van kiryarên kuştinê û hewldanên kuştinê yên li dijî kesayetên Ereb û Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene. Ya herî dawî jî di demeke nêzîk de pêk hat. Hevserokê meclisa bajarokê El-Erîşa yê başûrê Hesekê Îbrahîm Hisên El-Mislit roja 27`ê Çileya 2019`an li derdora bajarok kuştî hate dîtin, çeteyan çend gule li serî û singa wî dabûn.

5 endamên çeteyên Qiyam hatine girtin

Li gorî daxuniyaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku roja 4`ê Berfanbara sala 2018`an li ser malpera wan a fermî hatiye weşandin, heta niha 5 endamên koma bi navê Tevgera Qiyam (Çukur) ji aliyê tîmên dijterorê yên YPG`ê ve hatine girtin. Endamên komê yên girtî di lêpirsînan de li xwe mikur hatine ku wan li gelek herêmên mîna Kobanê, Girê Spî û Eyn Îsa kiryar û hewldanên kuştinê bi plan û fermana îstixbarata Tirkiyê pêk anîne.

Ji bilî kiryarên kuştinê, her roj welatiyên herêmê yên Kurd û Ereb, kesayetên naskirî û nûnerên gel ên di nava rêveberiyên xweser ên Bakur û Rojhilata Sûriyê de rastî gefên kuştinê tên ji aliyê vê komê ve. Li gorî agahiyên ku ajansa me ANHA`yê wergirtine, armanca van gefan ew e ku van kesayetan ji rêveberiya herêmê dûr bixin, her wiha hemû gefên ku bi rêya telefonan çêdibin ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve têne kirin.

Bêdengiya navnetewyî hêzê dide dewleta Tirk

Tevî ku bi dehan belge û delîl hene ku destê Tirkiyê di kiryarên kuştinê yên li dijî welatiyên bakurê Sûriyê de hene, her wiha pir eşkere ye ku hincetên Tirkiyê yên ketina bakurê Sûriyê derew in û bi sedan raporên ragihandinê hatine weşandin û eşkere dikin ku destê Tirkiyê di xwîna gelên Sûriyê de heye jî, lê dîsa civaka navdewletî li hember van kiryaran bê deng e.Ev bêdengiya civaka navdewletî hêzê dide Tirkiyê ku bêhtir destên xwe biavêje nava xwîna gelên Sûriyê.

(k)

ANHA


Mijarên Din