Xelkê Dirbêsiyê ji bo Leyla Guven meşiyan

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi meşekê piştevaniya xwe bi Leyla Guven re nîşan dan û banga bilindkirina asta têkoşînê li hemû jinan kir.

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi meşekê girêseyî girtina parlementera HDP’ê Leyla Guven ji aliyê AKP/MHP‘ê ve şermezar kirin. Meş ji aliyê Kongreya Star ve hate organîzekirin.

Di meşê de wêneyên Leyla Guven û pankartên "AKP dijminê demokrasiyê" hatin hildan.

Meş ji çarxerêya Şehîd Arîm Mîrkan dest pê kir û li nêzî sînorê Rojava- Bakurê Kurdistanê rawestiya.

Bi navê Kongreya Star a kantona Qamişlo Minewer Xalid axivî, betalkirina endamtiya parlamenter Leyla Guven û girtina wê ji aliyê desthilata AKP‘ê ve şermezar kir û got: "Di dîrokê de hertim desthilata Tirk jinên Kurd ên têkoşer dike hedef da ku vîna wan bişkîne. Niha ji parlamenter û têkoşer Leyal Guven girt, ji ber ku Leyal ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê tê dikoşe."

Minewer Xalid banga li hemû jinan kir ku ji bo azadiya Leyal Guven û hemû girtiyên siyasî yên di girtîgehên rejîma Tirk de asta têkoşînê bilind bikin.

ANHA


Mijarên Din