Xelkê Hesekê 3 şehîdên xwe spartin axê

Cenazeyê 3 şehîdên Erka Xweparastinê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ya bajarê Hesekê hatin veşartin.

Bi tevlîbûna bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Hesekê cenazeyê şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê Macid Hasê, Elî Remedan û Yasîn El-Ehmed ên di dîrok û cihên cuda de şehîd bibû bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê spartin axê.

Şêniyan cenazeyê hersê şehîdan ji pêşiya avahiya Mecilsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwanekê wesayîtan ku bi wêneyên şehîdan hatibû xemilandin ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqeya rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê ve merasîma leşkerî pêk hat.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ezîza Ebdulreheman, bi navê Hêzên Erka Xweparastinê Salim Îbrahîm û bi navê Meclisa Navçeya Til Birak Weed El-Ilêwî axivîn.

Qisekaran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û diyar kirin ku bi saya şehîdan çeteyên DAIŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk çûn.

Kesên axivîn soz dan ku ew ê xeta şehîdan bişopînin.

Piştî axaftinan rêvebira Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên şehadetê yên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Şervanên Hêzên Erka Xweparastinê cenazeyên şehîdan li ser milê xwe kirin û di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA


Mijarên Din