Xelkê kantona Qamişlo: QSD‘ê îradeya me ye

Bi deh hezaran xelkê herêmên kantona Qamişlo bi dirûşma "QSD‘ê îradeya me ye" daketin qadan û piştgiriya xwe bi QSD‘ê re anîn ziman.

Bi deh hezaran şêniyên herêmên Dirêk, Girkê Legê, Tirbespiyê û Til Birak ên kantona Qamişlo êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin û piştgiriya xwe bi QSD‘ê re anîn ziman.

Dêrik

Bi hezaran şêniyên bajarê Dêrikê li Qada Azadî kom bûn û di nava kolanên sereke yên bajêr  sûka navendî meşiya. Şêniyna alên QSD û wêneyên şehîdên Berxwedana Rûmetê hilda bûn û bê navber dirûşmeyên silavkirina QS‘ê berz dikirin. Di dema xwepêşandanê de dukanên bajêr hatibûn girtin.

Meş li Qada Jina Şoreşger rawestiya. Li virî piştî deqeya rêzgirtin bi navê Kongreya Star û partiyên siyasî yên Dêrikê axaftin hatin kirin. Hate gotin ku QSD‘ê li dijî faşîmza Tirk û çeteyên wê yên talanger berxwedaneke efsenewî raber dikin.

Her wiha hate destnîşankirin ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pişta xwe nadin hêzên derve, hêza wan a rewa ya ku azadî û rûmeta gelan diparêze QSD‘ê ye.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD‘ê bi dawî bû.

Tirbespiyê

Bi heman armancê hemû pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ji ber navenda Kongreya Star heta Çerxerêya Şehîd Nejbîr ve meşiyan. Di meşê alên QSD‘ê hatibûn hildan û dirûşme bê navber dihatin qîrkirin.

Meş li Çerxerêya Şehîd Nejbîr rawestiya. Bi navê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) cîgirê seroka Desteya Rêveber a MSD Hikmet Hebîb, bi navê Kongreya Star Xalya Eyûb û bi navê PYD‘ê Silêman Bedir axivîn.

Kesên axivîn gotin, berxwedana li dijî dagirkeriyê û çeteyên wê heta rizgarkirina deverên dagirkirî wê berdewam be. Her wiha hate destnîşankirin ku projeya demokratîk tekane rêya avakirina Sûriyeyeke ne navendî ye.

Meş bi dirûşmeyên piştgirya QSD‘ê bi dawî bû.

Til Birak

Li navçeya Til Birak jî bi sedan kes daketin qadan û piştgiriya xwe bi QSD‘ê re anîn ziman.

Meş ji deriyê têketina navçeyê ya aliyê başûr dest pê kir. Meşvanan alên QSD, pankartên bi nivîsên "QSD îradeye me ye" û "Lihevkirinên ne li gorî îradeya gelê me be em bi tu awayan qebûl nakin" hildan.

Meş li ber Çerxerêya Şehîdan rawestî û deqeyek rêz hate girtin. Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger  Yûsif Xelîl û bi navê jinên navçeya Til Birak Hemrîn Hesen axivîn.

Di axaftinan de cangoriyên Berxwedana Rûmetê hatin bi bîranîn û hate gotin ku Erdogan û çeteyên wê bi armanca ku serdema Osmanî zindî bike li ser hesabê gelan êrişên qirêj tîne ser herêmê.

Kesên axivîn bang li civaka navdewletî, rêxistinên mafên mirovan û Konseya Ewlekariyê kirin ku êrişên dagirkeriya Tirk bisekinînin û hesab ji Erdogan bixwazin.

Mîtîng bi dirûşmeyên "Yek e yek e yek e gelê Sûriyê yek e", "Bi can bi xwîn em bi te re ne QSD" û " Bimre Erdogan" bi dawî bû.

Girkê Legê

Bi hezaran şêniyên navçeya Girkê Legê li Qada Şehîd Xebat Dêrik dest bi meşê kirin.

Meş di nava kolanên sereke yên navçeyê derbas bû û li navenda navçeyê veguherî mîtîngê. Meşvanan alên QSD‘ê hilda bûn û dirûşmên silavkirina QSD‘ê bê navber berz dikirin.

Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Girkê Legê Nûrşan Efrîn û Rêvebera PYD‘ê axivîn.

Di axaftinan de hate gotin: "Em ji dagirkeriya Tirk re dibêjin ku em ê Sûiyê we û çeteyên wê re biking or û dojeh. Em ji cîhanê re dibêjin em hemû QSD‘ê ne, QSD‘ê şîara me ye, îradeya gelan e."

Meş bi dirûşmeyên "Bijî QSD‘ê" bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din