​​​​​​​Xelkê Mexmûrê li dijî êrişên Tirkiyê û bêdengiya hikumeta navendî meşiyan

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo şermezarikina êrişa deweta Tirk û bêdengiya hikumeta navendî ya Iraqê ya li hember van êrişan meşeke girseyî li dar xist.

Di nava van 6 mehan de ev sê care dewleta Tirk ya dagirker bi balifirên bê mirov nava Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê bombebaran dike. Îro jî di saetên nîvro de bi balafirên bê mirov malek kir hedef. Ji bo şermezarkirina êrişa deweleta Tirk û bêndengiya hikumeta navendî ya Iraqê ya li hember van êrişan, şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî daket qadan. Şêniyan li hemberî êrişan peyama berxwedanê da.

Şênî li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kombûn û meş li wir dest pê kir. Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Bimire xiyanet’, ‘Bijî berxwedana Mexmûrê’ ‘Bê Serok jiyan nabe’ ‘Qatîl Erdogan’ dihatin qêrkirin û posterên rêber Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Şêniyan heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li wargehê meşiyan. Li wir daxuyaniyek li ser navê gelê wargehê ji bo raya giştî hat dayîn.

Piştî deqeya rêzgirtin a ji bo tevahî giyanê şehîdên azadiya Kurdistanê, li ser navê gelê Wargehê Endama Koordînasyona Meclisa Îştar, Nûran Sezgîn daxuyanî xwend.

Nûran Sezgîn êrişa li ser Wargaha Mexmûrê şermezar kir û wiha got: “Em dewleta Tirk û hevkarên wî şermezar dikin. Her roj dewleta Tirk êrişî wargehê dike ev bê hêzî û bê îredebûna dewleta Tirk ya dagirker radixe ber çavan. Ev êriş ne ya yekeme û wê ne ya dawî jî be. Gelê Mexmûrê heta îro berxwedaye, wê ji niha û şûnde jî li berxwe bide. Her ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bin dikeve êrişî sivîlan dike. Ne tenê dewleta Tirk, hemû dewletên dagirker û PDK êrişî Kurdan dikin. Lê wê ti caran dewleta Tirk û xiyanata PDK’ê bi ser nekeve. Mexmûriyan ji kesê re çok nedaniye wê ti carî jî çok ne danin. Em gelin, mafdar in û em ê bi serbikevin.

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bimire xiyanet’, ‘Bijî berxwedana Mexmûrê’, ‘qatîl Erdogan’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.


Mijarên Din