Ji bo şermezarkirina hewldanên dorpêçkirin û têlkirina Kampa Mexmûrê ji aliyê artêşa Iraqê ve, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên cuda li dar ketin. Xelkê herêmê di wan çalakiyan de, piştgiriya xwe ji gelê Mexmûrê re nîşan dan.
Di vê çarçoveyê de bi dehan xelkê Qamişlo, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya JInên Ciwan, malêbatên şehîdan ên Qamişlo, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Kongra Star derketin xwepêşdanê.
Xwepêşandêran, alên ciwanên şoreşger, Kongra Star, PYD û malbatên şehîdan hildan.
Xwepêşandan, ji pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dest pê kir û li taxa siyasî li pêşiya Komîseriya Bilind a Penabaran rawestiya.
li pêşiya komîseriyê xwepêşandêran, çalakiyeke protestoyî li dar xist.
Di çalakiyê de endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Qamişlo Mezlûm Tolhildan, axivî û hewldanên dorpêçkirina kampê ji aliyê artêşa Iraqê ve şermezar kir û got: “Em berxwedana leheng a gelê Mexmûrê silav dikin ku berhema têkoşîna bi dehan salan e. Kes nikare vîna gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bişikîne. Ew dê bibin xelekek ji êgir li dora Mexmûrê, dê hebûna xwe biparêzin û bi ser kevin.”
Tolhildan bang li tevahî ciwanan kir ku li hember binpêkirinên li dijî gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bisekinin.
(dm/şx)
ANHA