Xelkê Reqa û Tebqayê ji bo naskirina rewşa Ocalan li ber navenda Rûsya çalakî kirin

Bi sedan şêniyên Reqa û Tebqayê ji bo Ocalan çalakiyek li ber baregeha Rûsya li gundewarê barkurê rojhilatê Reqayê lidar xistin.

Der barê şewata li Îmralî û agahiyek piştrast têkildarî rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan bê girtin  bi sedan şêniyên Reqa û Tebqa, endamên saziyên sivîl, leşkerî, şêx û rûspiyên eşîrên Kurd  û Ereb li qada Hezîma kom bûn û ber bi baregeha Rûsya ya li gundewarê bakurê rojhilatê Reqayê ve meşiyan.

Çalakgeran li pêşiya baregeha Rûsya çalakî li dar xistin û dirûşmeyên şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan berz kirin.

Çalakgeran xwestin hevdîtinê bi efserekî Rûs re pêk bînin da ku nameya radestî wî bikin.

Di nameyê de tê got: "Em bang dikin ku fişarê li dewleta Tirk were kirin da ku bihêle parêzer hevdîtinê bi rêbertî re bikin û rewşa wî ya tenduristiyê de eşkere bikin."

Di dawiyê de çalakgeran wêneyên Abdullah Ocalan li nuqteya Rûs hildan û dirûşmeyên banga azadiya Ocalan avêtin.

ANHA


Mijarên Din