Xelkê Til Birakê banga eşkerekirina rewşa Ocalan kirin

Meclisa navçeya Til Birak û Kongreya Star a navçeyê bi du daxuyaniyan banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Çalakiyên ji bo eşkerekirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan a piştî agahiyên der barê şewata li gireva Îmraliyê didomin.

Li navçeya Til Birakê, meclisa navçeyê û Kongreya Star li ser mijarê daxuyanî li ber çarxerêya Şehîdan dan.

Daxuyaniya Kongreya Star ji aliyê endama rêveber Henan Suleyman ve hate xwendin.

Henan Suleyman got: " Li vir ji navçeya Til Birakê em banga rêbertî ya dibêje (Heqîet eşq e, eşq jiyan e û welat jiyan e, yê ji welat hez nake ne layiqî vê jiyanê ye) dibersivînin. Em li vir kom bûne ji bo ku kiryara sûcdar a ku bû sedema şewata li girava Îmraliyê  ku Rêber Abdullah Ocalan tê de girtî ye şermezar bikin. Ev bûyer di nava gel de cihê fikaran e. Em bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî û civaka navdewletî dikin ku mudaxele bike û selametiya rêberê azadî û mirovahiyê  eşkere bike."

Daxuyaniya Meclisa NavçeyaTil Birakê jî ji aliyê hevserokê meclisê Ebdulselam El-Hesanî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Faşîzma dewleta Tirk bi rê û rêbazên qirêj hewl dide îradeya gelê me û Rêber Abdullah Ocalan têk bibin, ji ber ku ji fikir û felsefeya wî ditirise. Dewletên cîhanê  ji sala 1999‘an ve komployek li dijî Rêber Abdullah Ocalan plan kirin, tecrîdeke girankirî li ser wî ferz kirin ku hemû qanûnên navdewletî û mafên mirovan binpê dike. Kiryarên faşîzma Tirk di vê astê sînordar name, îro bi hewldaneke qirêj şewat li gireva Îmraliyê pêk anîn.

Bi navê navçeya Til Birakê, sazî, komîn û gelên wê em vê kiryara newêrek ane mirovî şermezar dikin û bang li ciaka navdewletî û rêxistinên mirovî û hiqûqî dikin ku li hemberî van kiryaran bisekine. Em bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi lez destwerdanê bike û bihêlin parêzer derdana Rêberî bikin û selametî û tenduristiyê wî eşkere bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku dakevin qadan. Ji ber ku ev kiryar cihê metirsî û fikaran e."

ANHA


Mijarên Din