Xelkê Til Temir piştgirî dan daxwazên çalakgerên grevên birçîbûnê

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya daxwazên çalakgerên grevên birçîbûnê meşek li dar xistin.

Bi pêşengtiya Kongreya Star û Tevgera Civaka Demokratîk li navçeya Til Temir a Hesekê bi sedan kes daketin qadan, tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û piştgiriya berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê kirin.

Meş ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan ber bi çerxerêya Qendîl ve dest pê kir.

Meşvanan pankartên "Em ê tecrîdê rakirin û dîwarê Îmralî bişkînin", " Em ê faşizmê hilweşînin û bi rêberê xwe re azad bijîn", "Bi rihê bexwedana girtîgehan em ê komployê têk bibin û bi Rêber Ocalan re azad bijîn" her wiha alên Kongreya Star, TEV-DEM, Tevgera Ciwanên Şorşger û Meclisa Malbatên Şehîdan hilda bûn û dirûşme berz dikirin.

Meş li çerxerêya Şehîd Qendîl rawestiya. Piştî deqeya rêzgirtinê rêvebera Kongreya Star Xedîca Îbrahîm axivî û got:   "Têkoşer Leyla Guven ev 164 roj in di greva birçîbûnê de ye, Leyla ne bi çekan şer dike, lê bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li ber xwe dide da ku tecrîda li dijî Rêberê Ocalan bi dawî bike."

Xedîca, anî ziman ku jinên li navçeya Til Temirê destekê didin berxwdana Leyla Guven û bang li hemû jinên cîhanê kir ku xwedî li çalakiyên grevên birçîbûnê derkevin.

Rêvebera Kongreya Star Xedîca Îbrahîm soza şopandina rêya şehîdan da.

Endamê Meclisa Navçeya Til Temir Ebdulbaqî Hotê jî got: "Meşa me, meşa destekdayîna kesên ku bi hemû hêza ji bo rakirina tecrîdê tê dikoşin e."

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedanê û azadiya Ocalan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din