Xelkên Efrîn û Şehbayê banga derxistinê artêşa Tirk ji herêmên xwe kirin

Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek lidar xistin û bi yekdengî gotin "Na ji bêdengiya civaka dewletî re, em banga derxistina artêşa Tirk ji herêmên xwe dikin."

Bi sedan şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê li qada navçeya Ehresê kom bûn. Şêniyan alên QS, Kongreya Star û wêneyên şehîdên Berxwedana Rûmetê hilgirtin.

Her wiha pankartên bi nivîsên"Na ji bêdengiya navdewletî re, na ji artêşa Tirk li ser xaka Rojava û Bakurê Sûriyê, nebin hevkarên artêşa Tirk, êrişên dewleta Tirk li ser kantona Efrînê şermezar dikin, Erdogan kujer e cudabûnê naxe navbera astendar û pîremêran de, Erdogan kujerê zarokan e, êdî ji tunekirin û çewisandina gelê Sûriyê" vekiribûn.

Meş ji qada navçeya Ehresê ber bi goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê dest pê kir. Di meşê de bê navber durşmeyên şermezar êrişên artêşa Tirk a dagirker û bêdengiya navdewletî ya li hemberî êrişan hatin berizkirin.

Meş li ber goristanê veguherî mîtîngê . Piştî deqeya rêzgirtin, daxuyanî ji aliyê endama meclisa Ehresê Ronahî Oso û endama rêveberiya meclisê Henan Silêman ve hate xwendin. 

Daxuyaniya şêniyên Şehba û Efrînê wiha ye:

"Herêma Rojhilata Navîn ji ber nakokî û aloziyên ku ji aliyê modernîneteya kapîtalîzêmê ve li Sûriyê tê bi rêvebirin bûye qada şer. Destwerdanên hêzên cîhanê, destekdayîna Tirkiyê ya bi terorîstên DAIŞ û Cebhet El-Nusra re ku ew derbasî xaka Sûriyê kirin alozî kûrtir kir. Tirkiyê ev komanan bi sûriyan re xistin nava şerekî de û agirê fitneyê di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê bi taybet ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêxist ku li derdora fikirê netewa demokratîk kom bûn û li dijî terorê bûne mertal, her wiha aktora bidestxistina serkeftinê û berdewama berxwedanê ye.

Berjewendiyên dewleta Tirk a faşîst ji şerê fikirê biratiya gelan dest pêkir, Efrîn dagirkir, şêniyên wê koçber kir, demografiya herêmê guherî, bi hemû rêbazan kiryarên talankirin, wêrankirin û dermirovî pêk anî, beramberî vê yekê civaka navdewletî bêdeng e.

Lehengên me  QSD`ê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî artêşa Tirk a bi hemû çekên qedexekirî êrişan pêk tîne, efsanan dinivîsînin.

Em şêniyên Şehba û Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe ve, radestî berjewendiyên dewleta Tirk nabin, berevajî vê yekê dê asta hevgirtin û berxwedana me zêdetir bike."

Mîtîng bi sloganên silavkirina berxwedan bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din