Xema dayîka xwe direvîne û li bendê ye ku kesek xema wî birevîne

Feremez Şêxo li rex dayîka xwe ya 70 salî di fêrgeha dibistaneke kolana El-Siyahî de li bajarê Qamişlo rûniştiye. Carekê pê re henekan dike û carekê di ber dilê wê re tê da ku êşa koçberiyê û bêrîkirina neviyên wê yên ku di êrişan de jê qut bûye, pê bide jibîrkirin. Bi mereq li benda agahiyên girêdayî hevser û her du zarokên xwe dimîne. Lê tevahiya hewldanên wî heta niha têk çûne.

Feremez Şêxo(38) koçberekî Serêkaniyê ye yê ku dewleta Tirk a dagirker dagir kiriye. Di encama êrişa artêşa Tirk a dagirker de li ser bajarê Serêkaniyê di 9`ê Cotmehê de ji bajêr diçe navçeya Til Temirê  û piştre bajarê Hesekê û herî dawîn li bajarê Qamişlo bi cih dibe.

Şêxo deteyên topbaranê û awayên ku ji Serêkaniyê koçber bûne vedibêje. Şêxo diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Serêkaniyê bi balafirên şer û çekên giran bombebaran û topbaran kirin û got: "Topbaran dijwar bû, ji ber wê şênî neçar man ji bajêr ber bi bajarên herêma Cizîrê ve derkevin."

Feremez Şêxo tevî dayîka xwe yê temenmezin(70) koçberî kantona Qamişlo bû û di dibistaneke bajarê Qamişlo de tevî 9 malbatan bi cih bûye.

Şêxo zewicî ye û bavê du zarokan e. Şêxo wiha behsa deteyên êrişê kir: "Beriya êrişa dewleta Tirk a li ser bajarê me, em di nav ewlehiyê de bûn. Beriya rojekê ji êrişan hevser û her du zarokên min çûn serdana mala dapîrê xwe li gundê Recan ê ku dikeve rojavayê bajarokê Mabrûka yê ku bi bi 40 km ji Serêkaniyê dûr e."

Şêxo wiha berdewam kir: "Min baxçe av dida ji nişkan ve me dengê topbaranê bihîst. Min avdan berda û bi lez çûm mal. Hilkişîm ser banê mal, dengê balafirên şer hebûn û doxan ji gelek cihên bajêr bilind dibû."

Feremez Şêxo neket ferqê ku di topbaranê de çi bike. Tenê xema wî ya tekane çawa dayîka xwe ya temenmezin ji bajêr derxîne û got: "Min dayîka xwe hilgirt û em derketin ser rêya giştî. Rê  bi şêniyan qerebeliq bû, piraniya wan temenmezin û zarok bûn. Bi dengê qêrîna zarokan re ez bi telefonê bi hevjîna xwe re axivîm. Got  hîna li mala bavê xwe ye."

Dewleta Tirk a dagirker ew, hevsera wî û her du zarokên wî ji hev qut kirin

Şêxo wiha domand: "Di rê de her kesê xwedî erebe hejmarek şênî bi xwe re radikir da ku wan ji cihên topbaranê dûr bixin. Min dayîka xwe kir erebeyekê ku diçû Til Temirê." Şêxo diyar kir ku di wê demê de hejmarek şêniyên ku ji ber topbaranê birîndar bûne dîtiye û çawa şêniyan ew radikirin nexweşxaneyên Til Temir û Hesekê.

Dema Şêxo tevî dayîka xwe û gelek malbatên din dighên navçeya Til Temirê di dibistanekê de ku Rêveberiya Xweser diyar kiriye bi cih dibin.

Şêxo destnîşan kir ku çeteyan û artêşa Tirk a dagirker rêya  gundê Recan qut kirin. Ji ber wê têkilî di navbera wî û hevsera û zarokên wî de qut bûye û got: "Gelek caran min hewl da li wan bigerim. Lê xizemkî malbatê li gundên Ereb ên wê herêmê ji min re got ku hevsera min û her du zarok  ber bi gundekî Girê Spî ve koçber bûne û ew li cem êlekî Ereb in. Ez girêdayî wan heta niha tiştekî nizanim."

Şêxo bi mereq li benda naskirina zanariyan li ser hevser û zarokên xwe ye. Lê tevahiya hewldanên wî heta niha têk çûne.

Îdiaya Erdogan ku koçberên Sûriyê bi cih bike tenê hincet e ji bo ku axa Sûriyê dagir bike

Şêxo derdora du hefteyan li Til Temirê dimîne û piştre diçe bajarê Hesekê girêdayî wê ev tişt dibêje: "Ji ber ku hejmara koçberan zêde bû, tevî 10 malbatên em hatin Qamişlo. Li vir Rêveberiya Meclisa kantona Qamişlo em pêşwazî kirin û cihek di dibistana Lîwa de li kolana El-Siyahî amade kir."

Şêxo diyar kir ku Tirkiyê armanc dike herêmê dagir bike û îdiaya wê ji bo vegerandian penaberên Sûriyê tenê hincet e ji bo ku wê armancê pêk bîne û wiha pê de çû: "Projeyên Erdogan ên dagirkerî berfireh hene. Dagirkirina Efrîn, Bab û herêmên din ji Sûriyê û valakirina herêmê ji şêniyên wê yên resen delîla wê ye."

Şêxo di dawiyê de bang li civaka navdewletî kir ku weke temaşevan li binpêkirin û komkujiyên artêşa Tirk a dagirker li dijî gelê herêmê nemînin û bang li şandina komîteyek navdewletî kir ji bo ku kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê der heqê şêniyên Serêkaniyê û herêmên din ên Sûriyê de lêkolîn bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din