Xerîb Hiso: Me xaka xwe rizgar kir da ku bi aştiyane bijîn, ne ku radestî Tirkiyê bikin

Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso got berê li hember rejîmê û çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe dan û xaka xwe rizgar kirin, niha jî dikarin li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe bidin û tekez kir ku wan xaka xwe rizgar kir da ku bi aştiyane û azadî bijîn, ne ku radestî Tirkiyê bikin.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso beşdarî çalakiya konê mertalên zindî bû ku derbasî roja 9’n bû û îro şêniyên Qamişlo, Til Hemîs û Til Birak dewre girt.

Di roja 9’an de konê mertalên zindî, şandeyeke ji rewşenbîr û parêzerên herêma Cizîrê û nûnerên TEV-DEM`ê pêşwazî kirin.

Piştî ku şêniyên Qamişlo, Til Hemîs û Til Birakê dewr girtin, çalakiyên kon bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso axivî û gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Hiso wiha axivî: "Vê gava mezin a gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên faşîzma Tirkiyê ku hewl dide êrîş bike yan jî qirkirina gelê li Bakur û Rojhialtê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê, pîroz dikin, ji ber vê yekê em wek TEV-DEM piştgiriya xwe bi gelê xwe re di hemû qadan de nîşan didin û di rêya berxwedanê de li dijî hemû kesên dixwazin êrîşî gelê herêmê bike, dimeşin."

Xerîb Hiso da xuyakirin ku dewleta Tirk siyasetên taybet li dijî dewletên cîranê xwe dimeşîne, ne tenê li Sûriyê û wiha got: "Her tim Tirkiyê siyaseta berfirehiya xaka xwe li ser hesabê dewletên cîran dimeşîne, gefên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe vê yekê nîşan dide, ew xaka xwe li ser hesabê gelê Sûriyê fireh dike û em vê yekê nahêlin."

Hiso wiha got: "Em parastina sînorê xwe dikin, tu niyetên me yên şerê bi dewleta Tirk re tune ne. Lê tiştê li ser erdê rû dide ew e ku Tirkiye hewl dide fitneyan derxe û bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî êrîşî herêmên me bike. Armanca me aştî û demokrasî ye û çareseriya bi rêya siyasetê ye."

Xerîb tekez kir ku Tirkiye bi aloziyeke hundirîn a mezin re rû bi rû ye û hewldana wê ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku ji erkên xwe yên hundirîn bireve, çawa Tirkiyê aloziya Sûriyê çareser bike ku bi xwe bi aloziya hundirîn re rû bi rû ye.

Her wiha Xerîb Hiso îşaret bi bêdengiya dewletên cîhanê li hember dewleta Tirk kir û wiha got: "Zagon û belgeyên navneteweyî der barê sînorê di navbera dewletan de hene, ji ber vê yekê divê dewleta Tirk rêzê jê ra bigire û divê dewletên cîhanê zextê li aliyê Tirkiyê bikin da ku rêzê ji wan zagonan re bigirin û pêk bîne."

Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Vîna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkeriya Tirkiyê ser xaka xwe qebûl nake, yê ku berê li hember rejîmê û çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe da û xaka xwe rizgar kir, dikare li dijî dagirkeriya Tirkiyê jî li ber xwe bide û me xaka xwe rizgar kir da ku bi aştiyane û azad bijîn, ne ku radestî Tirkiyê bikin."

(jo)

ANHA


Mijarên Din