Xerîb Hiso:Ji bo misogeriya azadiya xwe em li ber xwe didin

Di merasîma oxirkirina şehîd Sedam Heskor û ragihandina nasnemeyên şehîd Şervan û şehîd Dilo de, şêniyên navçeya Til Hemîsê piştrast kir ku ew ê li dijî êrişên vîn û rûmeta wan têk bibin û  têbikoşin.

Îro şêniyên navçeya Til Hemîsê şervanê QSD`ê Sedam Heskor ku li Girê Spî di 15 Mijdarê de di encama bersivdayîna êrişên artêşa Tirk şehîd bûbû li goristana şehîdan a Til Hemîsê oxir kirin.

Bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl û rûspiyên eşîrên navçeyê beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Sedam Heskor bûn.

Dema cenaze gihaşt Goristana Şehîdan a Til Hemîsê rêhevalên şehîd cenze rakirin ser milê xwe û danîn ser dikê.Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê şervanên QSD`ê toraneke leşkerî li dar xistin.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û got, ji bo li ser xakê bi rûmet bijîn ew li ber xwe didin û parastina yekîtiya xakê dikin. Ev jî felsefeya şehîdan û rêgezên ku ew ji wan fêrbûne ne.Xerîb Hiso diyar kir, ku ew berxwedana xwe li dijî hêzên dagirker ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin berdewam dikin.

Paşê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê nasnameypên şehîd Mihemed Zahir(Şervan)û Ela Deham(Dilo)ku di 5 Mijdarê de di encama bersivdayîna êrişên artêşa Tirk ên li dijî bejahiya Til Temrê şehîd bûbûn eşkere kirin.

Paşê wesîqeta her 3 şehîdan Sedam Heskor, Şervan û Dilo radestî hate xwendin û radestî malbatan kirin û di nava sloganên"Bijî berxwedana QSD`ê, bijî têkoşîn û berxwana li dijî êrişan"cenaze hatin oxirkirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din