​​​​​​​Xesan Selame: Mercên Hefter der barê vekişîna çeteyên Tirkiyê rast in

Nûnerê NY’yê yê taybet ê Lîbyayê Xesan Selame piştrast kir ku mercên fermandarê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter ên sepandina agirbestê yên vekişîna çeteyên girêdayî dewleta Tirk û rawestandina çekdarkirina milîsên li Terablusê, rast in.

Girêdayî mijarê Selame wiha got: "Dan û standinên agirbestê ber bi "aliyekî rast" ve diçin, lê belê li beramberî astengiyên qedexekirina çekan û agirbesta ku di meha borî de hatiye ragihandin, in." Di demeke ku serokkomarê Tirkyê Recep Teyyîp Erdogan misoger kir ku çeteyên sûrî yên bi piştevaniya ji dewleta Tirkiyê li Terablusê hene.

Der barê mercên fermandarê artêşa Lîbyayê ya sepandina agirbestê, jê jî vekişîna çeteyên dewleta Tirk û rawestandina çekdarkirina milîsên li Terablusê de, Selame got, mercên rast in.

Selame li ser qebûlkirina aliyê Tirkiyê ya van şert an jî daxwazan wiha da zanîn: "Texmîn dikim ku ev daxwazên rast in, her wiha texmîn dikim aliyê dîtir jî rast dibîne, lê pirsa li vir xwe dide pêş ew e ku kengî û li beramberî wê çi heye?"

Ji aliyê xwe ve jî berdevkê Artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê Lîwa Ehmed El-Mismarî piştrast kir ku itîrafkirina serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan a şandina çeteyan ji Lîbyayê re, misoger dike ku rola Enqere di piştevaniya terorê û dirêjkirina temenê aloziya li Lîbyayê de heye."

Berdevkê Artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê ligel Skynews Erebiye eşkere kir ku hikumeta El-Wîfaq girêdayî Qeter, dewleta Tirkiyê û milîsan e.

 (fr)


Mijarên Din