Xeta Girkê Legê û Rimêlanê ji erebeyên kirê vala bûye!

Ev bûye çend roj erebeyên kirê (TAXI) yên li ser xeta Girkê Legê-Rimêlan naxebitin, ajokaran buhayê kirê ji 50 lîreyî kirin 100, welatî û Şaredariya Gel  vê yekê napejirînin.

Di navbera bajarê Girkê Legê û bajarokê Rimêlanê xeta servîsê ya nêzî 2 km heye, bi dehan welatî, xwendekar û karmend rojane vê rêyê bikar tînin, buhayê kirê jî ta beriya çend rojan jî 50 L.S bû.

Lê ajokaran bêyî ku destûrê ji şaredariyê bixwazin buhayê kirê kirin 100 lîre. Ev buha ji bo welatiyan giran e, bi taybet ku piraniya kesên ku xetê bikar tînin xwendekar û karmend in.

Welatiyê bi navê Mihemed Emîn Seydo diyar kir ku ev buhayê nû pir giran e û got: “Dirêjahiay rê kêmî 2 km e, her wiha piraniya kesên ku xetê bikar tînin şagirtên dibistanên navîn û amadeyî ne û kmarmendê Rimêlanê ne, lewma dê ev guha ji bo wan bargiraniyeke mezin be.”

Ajokarê bi navê Mihemed Ebû Diyar derbarê aligirê wê ye ku buha zêde bibe, di vê derbarê de dibêje: “Em benzîna nebaş bi 75 lîreyan dikirin, lewma erebeyên me xirab dibin, buhayê çêkirina erebeyan jî pir giran e.”

Hin ajokar jî dibêjin ku buhayê tiştan li sûkê buha bûye bi taybet tiştên xwarinê, lewma ew kirêya 50 lîreyan kêm e.

Ji aliyekî din ve jî şaredariyê pişterast kir ku tu biryar der barê bihabûna kirêya hatûçûnê de ji 50 lîreyê zêdetir dernexistiye. Girêdayî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a Girkê Legê Egîd Kerho got şaredarî hewl dide ku parastina mafên şêniyan û li rexê jî mafên ajokaran bike û bihaya 50 lîreyî bihayekî baş e."

Şaredariya Gel duh bi daxuyaniyekê got bihaya gihandinê ya xeta Girkê Legê û Rimêlanê 50 lîreyê Sûriyê ye û daxwaz kir ku divê hemû ajokar vê bihayê pêk bînin ku dê tekevin bin berpirsiyara qanûnê.

Hê jî ajokarên erebeyên kirê ji 3’yê rojan ve nayên ser karên xwe. Hin ajokar jî karê gihandina taybet di hundirê bajêr de bi bihaya 400 lîreyê ji her gihandinekê re dikin.

Dê şaredarî ji ajokaran re civînekê li dar bixe ku çareyeke guncaw hem ji ajokar û hem jî şêniyan re bibînin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din