NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê teqînek pêk hat

Xeta kehrebê ya Hesekê hate sererastkirin

Karsazên sererastkirinê yên buroya Enerjî û Peywendiyan a Herêma Cizîrê, xeta kehrebê ya tewetûrê ya 66 k.f ku bi rêya beravên stasyona Bewabê ya girêdayî Hesekê  kehrebê dide Qamişlo sererast kirin.

Duh roja Çarşemê 12`ê Hezêranê xeta tewetirê ya 66 k.f a ku kehrebê dide stasyona Qamişlo ya sereke, ji xizmetê derket, ku bi rêya stasyona El-Bewab a girêdayî Hesekê kehrebê dide Qamişlo. Li ser vî esasî karsazên sererastkirinê yên buroya Enerjî û Peywendiyan, bi armanca sererastkirinê dest bi keşikê kir.

Di vê der barê de duh di saetên êvarê de karsazên sererastkirinê xeta kehrebê sererast kirin. Hêjayî bi bîrxistinê ku xeta Bewabê ya Hesekê ji xetên ku kehrebê dide bajarê Qamişlo û hin gundên pê ve girêdayî ye.

(eh)

ANHA


Mijarên Din