Xetereya li pêşberî ciwanan divê bilez rê li ber bê girtin

Di demên dawîn de diyardeya bikaranîna dermanên hişbirê di nav ciwanan de belav bûye. Pispor dibînin ku ji bo derbaskirine xetereya vê diyardeyê,  divê semîner bên dayîn.

Di van demên dawîn de diyardeya bikaranîna dermanên hişbirê di nav ciwanan de belav bûye. Ciwan dermanê bi navê Tramadol ku dişibe afyonê û ji bo dermankirina êşên sinîr, masûlke, hestîpişt, iltîhaba movikan û pişt niştergeriyan tê wesfkirin, bi kar tînin. Her wiha dermanek bi hêz ji bo sekinandina êşan tê hesibandin tevî Cytacodine û Tramalgine.

Bê reçete ev derman nayên bikaranîn

Dermansazê bi navê Fewzî Idrîs destnîşan kir ku bandorên neyînî yên van dermanan li ser tenduristiya mirov hene û nabe bê reçete werin dayîn û got: "Ev cureyên derman, dermanên bengî (îdman) çêdikin. Tevî zaîfbûna beden, mirov bêzar dikin, masûlkeyan sist dikin û her wiha dibin sedema gelek haletên xwekuştinê."

Idrîs destnîşan kir ku kesên van dermanên Tramadol, Cytacodine û Tramalgine dibin, dema niştergerî çêkirin, xetereya li pêşberî ciwanan divê bilez rê li ber bê girtin, tu dermanek muxedir dê bandorê li wan neke, ji ber wê jiyana wan dikeve xetereyê.

Idrîs bang li bijîşkan kir ku pêwîst e semînerên girêdayî asta xetereya van dermanan û bandorên wê yên neyînî li civakê bidin.

Desteya Tenduristî û Hawîrdorê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 11`ê Nîsanê de belavoka bi hejmara 3’yan belav kir. Di belavokê de rêveberiyê dayîna dermanan bê reçete û bêyî mohra bijîşk qedexe kir û tenê divê derman carekê bê dayîn. Lê hindek dermanxane bê reçete wan dermanan difiroşin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din