​​​​​​​Xeteriya çeteyên DAIŞ’ê yên li benda darizandinê, didome

Hemû hewldanên ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di girtîgehan de, bê encam man û bi hezaran çeteyên di girtîgehan de hê jî xeteriyeke potansiyel in.

Bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê yên di dema operasyonên QSD’ê de hatine girtin, di girtîgehên Rêveberiya Xweser de tên ragirtin. Di 16 girtîhegên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nêzî 19 hezar çeteyên DAIŞ’ê hene. Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji bo ku çeteyên DAIŞ’ê ji hêla dadgeheke navneteweyî ve werin darizandin, hewldanên xwe berdewam dike. Çeteyên ku du sal e bêyî darizandin tên girtin jî, gelek caran hewl dan birevin û dîsa aşkera bû ku hê jî xeteriyeke mezin in.

Gelek alî û derdor îşaret pê dikin ku divê ev çete di demeke kurt de werin darizandin, ji ber ku li girtîgehên ku çete tê de dimînin, bi domdarî tevlihevî û alozî heye.

Hewldanên revînê û tevliheviya li girtîgehên Tebqa, Hesekê û Holê her çend ji aliyê QSD’ê ve hatibin astengkirin jî, hê jî xeteriya heyî dewam dike.

Li hemberî xeteriya potansiyel a mezin a çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehan de, hem ji aliyê hêzên navneteweyî û hem jî aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve hê jî çareseriyeke berfireh nehatiye diyarkirin. Her wiha mijareke din a girîng jî ev e ku Koalîsyna Navneteweyî her çend operasyonên hevpar bi QSD’ê re li dijî DAIŞ’ê didomîne jî, ji bilî perwerdeya parastina çeteyan di girtîgehan de, tu destekeke din pêşkêş nake.

Çeteyên di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gelek caran hewl dan birevin û gefan dixwin ku dê ev serhildanên wan dewam bikin. Her wiha çete diyar dikin ku dixwazin an li welatên xwe yan jî di dadgeheke navneteweyî de werin darizandin.

 ‘EM NIZANIN DÊ ÇI LI ME BÊ’

Çeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Yasir Mihemed Ebdulezim ku bi eslê xwe ji Holandê ye, wiha dibêje: “Em nizanin dê çi li me were. Em dixwazin demildest bên darizandin. Li girtîgehê em her tim dibêjin dê çi li me were. Em nizanin em çima nayên darizandin. Em dixwazin bizanin ka dê çi li me were, heke hewce be em ê ji bo vê yekê mirinê jî bidin ber çavan.”

Yasir Mihemed Ebdulezim di sala 1978’an de li bajarê Îskenderiye yê Misirê ji dayik bûye û beriya 20 salan çûye Holandê û li wê derê bûye hemwelatî û zewiciye. Ebdulezim bavê 6 zarokan e û di sala 2015’an de tev li DAIŞ’ê bûye. Li Reqayê birîndar dibe û li Baxozê ji aliyê QSD’ê ve tê girtin û dixin girtîgehê. Ebdulezim hem dixwaze were darizandin hem jî her çend di girtîgehê de be jî, ji gefxwarinê jî kêm namîne.

‘REWŞA HEYÎ DÊ ALOZTIR BIBE’

Çeteyekî din ê DAIŞ’ê ku bi eslê xwe ji Hindistanê ye, Adil Iyab jî wekî çeteyên din gefan dixwe û dibêje: “Em dixwazin bizanin dê çi li me were. Gelek kesên di girtîgehan de biyanî ne. Em dixwazin vegerin welatê xwe. Heke em bên darizandin, em dikarin vegerin mala xwe. Heke em neyên darizandin, dê rewşa li girtîgehan aloztir bibe.”

ANHA


Mijarên Din