Xeteriya li kampa Holê ji bo her kesî ye- Cîhan BÎLGÎN

Li kampa herî xeter li cîhanê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi pêşengtiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya YPJ, QSD 24 rojan berdewam kir. Darbeyek mezin li şaneyên DAIŞʹê hat xistin. Şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ji bo pêngavê asteng bikin û êrişên dijber bikin, ketin nav liv û tevgerê. Hewldanên wan ên pêkanîna komkujiyê hatin têkbirin, lê xeterî didome. Têkoşîna hêzên ku DAIŞ têk birin ji bo tunekirina DAIŞ jî bi her awayî çalak in. Li beramberî vê jî ji bo pêşîgirtina tunekirina DAIŞ’ê jî hêzên navneteweyî di nav hewldanan de ne û naxwazin projeya wan a DAIŞ`ê tune bibe.

Yek ji projeyên dewletên hegemon hebûna DAIŞ`e ye. Di çarçoveya vê projeyê de dagirkirina Iraq û Sûriyê hebû, lê di giştî de Rojhilata Navîn esas hedef bû. Ev proje di nav 2 û 3 salan de hate avakirin. Bi dehan salan li ser vê projeyê kar hat kirin ku xwestin bi rêya DAIŞʹê li Rojhilata Navîn serwer bin. Bi taybetî jî ev proje li dijî destkeftiyên Kurdên li Rojava dan bikaranîn. Ev bi rêya çeteyên DAIŞ, El Nusra, Ehrar El Şam kete meriyetê. Li dijî van êrişan gelê Rojavayê Kurdistanê li ser xeta berxwedanê û paradîgmeya rêber Abdullah Ocalan ji parastinê derketin û bersiva êrişan dan. Berxwedana heyî gelek têkiliyên bi DAIŞ’ê re jî eşkere kirin. Yek ji wan, têkiliya dewleta Tirk bi DAIŞ’ê re bû. Ew bajarê ku Erdogan jê re digot ha ket ha dikeve têkiliyên DAIŞ û dewleta da berçavan ku çawa bi erebeyan çete rêdikirin û pêşwaziya wan dikirin. Lê dewleta Tirk nehate darizandin ku hevkariya xwe bi DAIŞ’ê re zêdetir kir. Ne tenê têkilî, di heman demê de cebilxaneyên di destê DAIŞʹê de hemû bi rêya dewleta Tirk dihatin ku gelek dewletên di nav NATOʹyê de piştgirî daye wê.

PIŞTÎ TÊKÇÛNÊ STRATEJIYA XWE GUHERTIN

Ruxmî hemû alîkarî, piştgirîdayîna dewletan  bi DAIŞʹê re yekem car li Kobanê derbe xwar û li Baxozê jî têk çû. Ev destkeftî bi saya zêdetirî 12 hezar şehîdên nemir hatin bidestxistin. Têkçûna DAIŞ’ê nedihat wateya tunekirinê wê. Ji ber şaneyên veşartî û hişmendiya tundraw li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zindî ne. Piştî têkçûnê, DAIŞ di stratejiya xwe de hinek guhertin çêkirin. DAIŞ êdî rêbazên xwe guhertin ku çalakiyên xwekujî pêk tîne. Jin bi taybet ji bo ku komkirina pereyan û îstixbaratê hatin birêxistinkirin ku gelek ji wan hatibûn girtin. Her wiha ji bo xwe ji tunebûnê xilas bike kampa Holê kire hedefê ku vê kampê wekî cihê bîrdoziyê bi kar tîne.

Ev kamp, kampa herî xeter li cîhanê ye. Kamp ji 9 beşên sereke pêk tê ku zêdetirî 54 hezar û 390 kes (welatiyên sûrî, penaberên Iraqê, zarok û hevjînên çeteyên DAIŞ'ê) lê bi cih bûne. DAIŞ hewl dida di vê kampê de xwe ji nû ve komî ser hev bike. Ev hem ji aliyê şaneyên veşartî û malbatên çeteyên DAIŞʹê ve, hem jî li ser jinên ʹʹEl Hisbeʹʹ pêk bihata. Hêzêke nû ya DAIŞ`ê wê li kampa Holê bihata avakirin, paşê li gorî talîmat û demên guncaw dest bi vegerandina dîroka reş a destpêka êriş û hildana tola DAIŞ`ê bikira. Heya niha jî ji bo DAIŞ ji tunebûnê xilas bikin hêzên navneteweyî hemwelatiyên xwe ji kampê wernagirin ku bi vê re alîgiriyeke mezin bi DAIŞʹê re dikin.

PLANNAMEYA DAIŞ’Ê YA LI SER KAMPA HOLÊ

Di nav plansaziya DAIŞ’ê li kampa Holê de zarok bi xeteke stûr cih digirin. Ev zarokên heyî wê bi taybet ji aliyê jinên ʹʹEl Hisbeʹʹ ve (destê rast yên DAIŞ) li ser hişmendiya tundraw bihata perwerdekirin. ʹʹEşbal El Xîlafeʹʹ wê li kampa Holê bihata avakirin. Li ser vê armancê wê hijmara zarokan her roj bihata zêdekirin. Bi wê re wê artêşek bihata avakirin. Li ser vê armancê zarokên ku diketin 5 saliya xwe yekser ji aliyê jinên ʹEl Hisbeʹ ve tên perwerdekirin. Destpêkê wan fêrî hildana sembola şerîatê, faşîzmê û materyalên hişk yên olî dikin. Paşê jî dê wan fêrî çawaniya serjêkirin, bikaranîna çek û şûr bikirina. Ev bi wêne û dîmenan di her du pêngavan de derketin holê. Heya alavên lîstokên zarokan an çek bûn an jî şûrên bi dest hatine çêkirin bû. Bêyî ku bi pêşerojeke mirovî ya van zarokan bifikirin mêjiyên wan li ser armanca rijandina xwînê tê şûştin. Pêşeroja van zarokan jî cîhanê ji destê wan diziya ku wan wernagirin û wan ji wê hişmendiyê xilas nakin.

Di nav sê salên dawî li kampa Holê hezar û 800 zarok ji dayikbûne. Ev 1 hezar û 800 zarok helbet li ser hişmendiya tundrew wê mezin bibin. Bi vê re jî gelekî berçav e ku pêşerojeke xeternak tê amadekirin.

Ne tenê ev, hemwextî xwerêxistinkirina DAIŞ gihîştiye astekê ku êrişên berfireh li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin. Li dijî van planên şaneyên DAIŞ`ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 28`ê Adara sala borî de qonaxa yekemîn a  Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê ragihandinbûn. Ev pêngav dewleta Tirk gelekî êşand ku ew kampa ku ji çeteyên wan re bûbû dibistan ango parezgeh rastî pêngaveke mirovahiyê dihat. Di encama pêngavê de gelek tunel, cebilxane, konên vala ku şaneyên veşartî van wekî cihê perwerde, dadgeh, recmkirin û tevlêkirina çetetiyê bi kar dianîn, hatin desteserkirin. Her wiha gelek çete jî hatin girtin.  Lê xeterî bi dawî nebû, berdewam kir. Ji ber tenê Rêveberiya Xweser û QSD`ê bi erkên xwe radibin.

DI HER PLANÊN DAIS’Ê DE HOL HEYE

Îsal jî qetilkirina pênaber û koçberan li kampê gelek zêde bû, hewldanên şaneyan ji bo derxistina tevliheviyan jî her diçe zêde bû. Ji destpêka îsal ve, şaneyên DAIŞ'ê 43 êriş pêk anîne, 44 kes qetil kirine ku di nav de jin û zarok jî hene û cenazeyên wan diavêtin kenalên kanalîzasyonê da ku şopên sûcên xwe veşêrin. Di van sûcan de demançeyên bêdeng û alavên tûj bi kar dianîn. Bi êrişên dewleta Tirk re yekser di kampa Holê de tevlihevî derdiketin. Herî dawî di êrişên DAIŞʹê yên li girtîgeha Sînaa de plana DAIŞʹê ya li ser kampa Holê eşkere bû. Jixwe di îtîrafên çeteyên di wê êrişê cih girtine de jî derket holê ku plansaziya vê êrişê li herêma Serêkaniyê ku di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye hatiye kirin. DAIŞ dixwest ji girtîgeha Sînaa xwe bigîhînin kampa Holê û dest bi komkujiyan bikin. Ji xwe li kampa Holê jî amadekirina vê hatibû plankirin. Lê xeyal û planên wan pêk nehatin ku  ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin têkbirin. Di her planên şaneyan de êrişa li ser kampa Holê û revandina malbatên çeteyên DAIŞ ji kampê heye.

DÎSA BI ERKÊ RABÛN: 24 ROJAN PÊNGAVA DUYEMÎN

Li ser armanca pêkanîna ewlehiyê û daxwaza kesên di kampê de dijîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD û YPJ`ê re pêwîstî bi ragihandina qonaxa duyemîn a pêngavê dît. Li ser vê armancê di 25`ê Têbaxê de qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê dest pê kir. Pêngav 24 rojan dom kir. Di rêveçûna pêngavê de ji êrişên jinan bigrin heya zarokên 4-5 salî pêk hatin ku kevir diavetin rojnamevanan, endamên Heyva Sor û hêzên di pêngavê de. Şaneyên veşartî her çiqas li ser jin û zarokan hewl didan pêngavê asteng bikin bi ser neketin. Hêzên di pêngavê de bi baldariyeke mezin hem lêgerînan konan dikirin hem jî gelekî hesas nêzî jin û zarokan dibûn. Ji ber armanca yekem a pêngavê nêzîkatiya mirovî bû. Ruxmî ev nêzîkatiyên însanî di şopandina pêngavê de, jinên DAIŞ’î û zarokên wan gef li derdora xwe dixwarin.

ÊRIŞ Û HEWLDANÊN ŞANEYÊN DAIŞ`Ê

Di encama 24 rojên pêngavê de 226 çete hatin girtin di nav de 36 jin ku destê wan di kuştinê de hebûn. 25 tunel hatin dîtin, bi dehan cebilxane, çekên giran û ferdî hatin desteser kirin. Cilên leşkerên dewleta Tirk jî hatin dîtin. Bi pêngavê re û piştî pêngavê gelek hewldanên şaneyan hate têkbirin. Lê xeterî ji kokê xilas nebû. Şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ji bo êrîşên dijber li ser pêngavê bikin hewldanên xwe çalak kirinê pêş xistin. Ji wan êrîşan;

* Hêzên Ewlekariya Hundirîn 21ʹê Îlonê planeke şaneyên çeteyên DAIŞ`ê ya pêkanîna êrişekê li ser kampa Holê bi rêya du erebeyên bombebarkirî pûç kir. Di pevçûnên bi çeteyên şaneyên re 3 çete hatine kuştin û çeteyek birîndar bû.

* 21ʹê Îlonê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê plan kirin ku êrişî hêzên ewlekariyê yên berpirsên parastina kampa Holê bikin, lê plana wan bi bin ket ku di navbera hêzên ewlekariyê û şaneyan de şer dekret. Di encamê de hejmareke çete hatin kuştin û hin jî hatin girtin.

* 22ʹyê Îlonê Hêzên Ewlekariya Hundirîn erebeyeke bombebarkirî ya şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li gundekî navçeya Til Hemîsê ku giraniya wê nêzî 200 kîlo bû, bê bandor kir.

* 28ʹê Îlonê piştî depoya li Baxozê ku sala 2019`an hatibû desteserkirin, duyemîn mezintirîn depoyê çekan a DAIŞ`ê li gundê Qîrwan ê başûrê Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo hate desteserkirin. Bi vê re planeke terorî ya birina êrişekê li ser kampa Holê vala hat derxist. Di nav cebilxaneyê de çekên ku tenê dewleta Tirk a dagirker bikar tîne, hatin dîtin.

HEYA DAGIRKERIYA TIRKIYÊ HEBE XETERIYA DAIŞ’Ê BI DAWÎ NABE

Heya ku herêmên dagirkirî neyên rizgarkirin, wê ev xeterî berdewam bike. Heya dewletên cîhanê hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wernegire wê xeterî berdewam bike. Heya ku ji bo darizandina van çeteyên DAIŞ dadgehek navneteweyî li herêmên ku sûc tê de hatiye kirin neyê avakirin wê xeterî berdewam bike. Heya ku ji bo tunekirina MÎT û şaneyên veşartî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebateke hevbeş neyê meşandin wê berdewam bike. Herî dawî heya statûya herêmê neyê naskirin û hikûmeta Şamê li dijî van şane û dewleta Tirk ne xwedî helwest be wê berdewam bike. Ya ku herî zêde pêşiya xetereya dibe asteng hevgirtin, baldarî û baweriya gelê herêmê ye. Lê wê heya kengî ev çete li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bin û wê heya kengî hêzên Şoreşa 19ʹê Tîrmehê pêşî li wan bigrin? Hemû hêzên herêmê û hêzên navenetewî divê bersiva van pirsan bidin.  

ŞEHÎD JIYAN, ŞEHÎD ZEYNEB Û ŞEHÎD MIHEMED

Li kelêka van hewldan û planên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê, dewleta Tirk a dagirker jî êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Bi taybet ên li dijî DAIŞ`ê têkoşiyane û pêşeng in tên hedefgirtin. Yek ji wan pêşengan şehîd Jiyan Tolhildan bû ku koordîneya qonaxa yekemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bû. Piştî qonaxa duyemîn a pêngavê hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero di 28ʹê Îlonê de di encama SÎHA`ya dewleta Tirk a dagirker de hatin şehîdxistin. Şehîd Zeyneb û şehîd Yilmaz dema zindanên DAIŞ`iyan kontrol dikirin, hatin hedefgirtin. Bi vê re dewleta Tirk çawa hewlda tola DAIŞʹê ji şehîd Jiyan Tolhildan rake bi şehîdxistina her du pêşengên şoreşê hewl da tola pêngavê hilde. Lê ev nifşê ku li ser rêya şehîdên xwe dimeşe wê derfetê nede dagirkeran û bi vê re hewldanên wan yek bi yek têk diçin. Çeka yekemîn a li dijî dagirkeran paradîgmeya heyî ye ya ku wê her zindî bimîne. Ji ber wê her çiqas êriş bikin û xeteriyê ava bikin êdî ev gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê venagere beriya sala 2011`an. Dê ev jî ji hebûna dagirkeran re bibe pençeşêr.

ANHA