Xeteriya zewaca di temenê biçûk de hat nîqaşkirin

Buroya Jin a MSD`ê li Kampa Eyn Îsayê di çarçoveya hemleyekê ku wê du rojan bidome de, semînerek girêday pênaskirina zirarên zewaca di temenê biçûkan de û çareserkirina pirsgirêkên jinan da.

GIRÊ SPÎ

Buroya MSD`ê bi armanca hişyarkirina jinan li ser xeteriya zewicandina zarokan û guhdarkirina pirsgirêkên wan û rêbazên çareseriyê semînerek ji bo jinên li Kampa Eyn Îsayê re li dar xist.

Endamên Buroya Jin a MSD`ê Emîne Salih, Rojîn Mihemed, Necah Xelîl û Nîroz Ebdulrehman semîner li ser encamên neyînî yên zewicandina zarokan ji veqetandin û praçebûna malbatê da.

Piştre endamên MSD`ê guherdarî pirsgirêkên jinên Kampa Eyn Îsayê kirin. Piraniya pirsgirêkan malbatî û şert û mercên jiyanê di nav kampê de bûn. Beşdaran awayên çareserkirina pirsgirêkan nîqaş kirin da ku jin ji tevahiya aliyên siyasî, civakî û aborî xurt bibe û karibe xwe bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike.

Tê payîn ku hemle di nav Kampa Eyn Îsayê de du rojan bidome.

(şx)

ANHA


Mijarên Din