Xewna Ezîz Ereb li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  pêk hat

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û bajarê Hesekê bi boneya salvegera 32`an  a şehadeta tekoşer  Ezîz Ereb merasîma bîranînê lidar xistin. Beşdaran teqez kirin ku xewna Ezîz bi avakirina biratiya gelan û azadiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.

Dirbêsiyê

Bi sedan sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê ya herêma Cizîrê û gundên girêdayî wê, endamên saziyên sivîl û Meclisa Malbatên Şehîdan li navenda Çand û Hunerê,  tekoşer Ezîz Ereb li bîr anîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, paşê nameya tekoşerê Ezîz Ereb ji aliyê endamê rêveberiya PYD`ê Silêman Xelîd ve hate xwendin.

Name wiha ye: "Gelê Kurd ji Tirkiyê û çeteyên wê gelek dît. Texmîn nedikirin ku rojek were, li dijî dewleta Tirkiyê tekoşînê bikin. Lê bi pêngava 15`ê Tebaxê pêvajoyeke nû dest pê kir. Bawerî li cem gel bi tekoşînê çêbû, beg û berpirsên li Enqere name û biryar ji fermandarên artêşên xwe re dişandin. Enqereyê hişyarî didan artêşa xwe û digotin: "Heta avê jî ji destê gundiyan venexwin. Ji ber her Kurdek dijminek e."

Jina Kurd ne dûrî tekoşînê ye, gelek tişt dan û tekoşiya. Pir caran jinan ji me re xwarin bi rengekî cuda dianî, heta ku dijmin li herêmê hebû. Ez wek şervanekî navneteweyî şahidê gelek pêşketinên di nav tevgerê de bûm. Lehengiya ku şervanan pêk dianîn, dê Kurdistanê rizgar bibe û dê me bigihîne serketinê. Şervan di birçîbûn, tîbûn û  zehmetiyan nafikirin. Ew tenê di azadiya gel û bilindkirina tekoşîna li dijî dijmin de difikirin."

Piştî ku nameya tekoşerê navneteweyî hate xwendin, yek ji rûspiyên eşîrên El-Weldê ya Ereb Adil Hiwêdî axivî û wiha got: "Em wek şêniyên pêkhateya Ereb bi şahadeta tekoşerê navneteweyî Ezîz Ereb serbilind in û wiha got: “Ji destpêka avakirina vê partiyê ku bi fikra biratiya gelan bi saya ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xwîna gelan kete nava hev."

Her wiha şêx Mistem El-Mîzir ji eşîra Şemir wiha got: "Şehîdan ji bo tinekirina dagirkeran ji xaka xwe canê xwe feda kirin. Tekoşer Ezîz Ereb jî berê xwe da çiyayê Kurdistanê da ku parastina azadiya gelan bike û bû rêya yekbûna gelan."

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Hesekê

Îro şêniyên Hesekê jî şehîd Ezîz Ereb di salvegera 32 a şahadeta wî de bi bîr anîn. Meclisa Malbatên Şehîdan bi hevkariya meclisa kantona Hesekê merasîmek li hola kela El-Selam a bajarê Hesekê lidar xistin.

Hol bi wêneyên şehîd Ezîz û dirûşmeyên ‘Şoreşa Kurdistanê bîngeha şoreşên li Rojhilata Navîn e, ez ê bimirim wek Ereb…. Bijî gelên Rojhilata Navîn’ hate xemlandin.

Di merasîman de sedan şêniyên bajarê Hesekê, saziyên civaka sivîl, endamên di meclisa rûspiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên Rêveberiya Xweser de amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê nameya şehîd Ezîz Ereb ku bi destê xwe nivîsandibû û ji bavê xwe re şandibû, ji aliyê endamê rêveberiya herêma Hesekê Xebat Silêman ve hate xwendin.

Paşê Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdilxenî Oso axivî û şehîd Ezîz Ereb û hemû şehîdên azadiyê bibîr anî. Oso got: "Vaye xeyalê şehîd Ezîz Ereb li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat. Wekhevî, biratiya gelan û jiyana hevbeş di nav pêkhateyan de belav bû û xwîna gelan kete nav hev û ev xak bi keda xwe rizgar kirin."

Merasîm bi dirûşmeyên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

 (jo)

ANHA


Mijarên Din