Xeyas Neîse: Dê Sûriye ji bo berjewendiyên Erdogan bibe Vietnam

Xeyas Neîse destnîşan kir ku rola dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê bi hemû pîvanan neyînî ye û ya herî xeter e. Ji ber ku rola wê dagirkerî û mêtîngerî ye. Neîse got: "Sûriye û hemû dewletên ku ji ber destwerdana dewleta Tirk azaran dikişînin dê ji bo berjewendiyên împeratoriya Osmanî û rejîma Erdogan bibin Vietnama rastîn."

Dewleta Tirk pêkanîna nakokî û krîzan li Sûriyê, Rojhilata Navîn û cihanê didomîne. Bi rêya piştevaniya komên çete destwerdana li aloziya Sûriyê berdewam dike, demografiya wê diguhere û siyaseta tirkkirinê pêk tîne.

Di demekê de ku aloziya li rojhilata Deryaya Spî bi sedema berjewendiyên dewleta Tirk didomin, dewleta Tirk hewl dide çareseriya aloziya Lîbyayê asteng bike. Her wiha hewldanên navneteweyî ya rawestandina şerê li Qerebaxê bi bin bixe. Ji wê zêdetir jî Enqere şandina çeteyên sûrî ji Qerebaxê re berdewam dike.

Ev tevahî sûc û kiryarên dewleta Tirk gelek pirsan der barê hedefên wê li Sûriyê û tevahî herêmê radixin pêş. Der barê vê yekê muxalif û şîrovekarê siyasî yê sûrî Xeyas Neîse bersiva pirsên ANHA'yê da.

Naveroka Hevpeyvînê wiha ye:

DEWLETA TIRK DAGIRKIRINA XAKA SÛRIYÊ DIDOMÎNE Û ÇARESERIYÊN SIYASÎ LI WELAT ASTENG DIKE, GELO HÛN DESTWERDAN Û ROLA TIRKIYÊ ÇAWA DINIRXÎNIN?

Rola dewleta Tirk li Sûriyê bi hemû pîvanan neyînî ye. Di rastiyê de dewleta Tirk hê jî aktorên wêrankirina mûzaîka Sûriyê ye, li pêşiya projeya sûriyan a rizgarkirin, azadî û demokrasiyê asteng e.

Dewleta Tirk piştgirî da komên çekar ên tundraw û yên îslamî yên paşverû û ji xwe re kirin çete. Bi wê re jî parçebûna binesaziya civakî ya Sûriyê ya li ser esasî etnîkî û mezhebî girantir kir, her wiha piştgiriya opozîsyona girêdayî xwe dike, hêvî û berjewendiyên Sûriyan paşguh û binpê dike. Her wiha her hewldaneke demokrasî asteng dike.

Rola dewleta Tirk li Sûriyê, rola wêranker, xirabker, dijberjewendiyên gelê Sûriyê û pêşeroja wê ye. Ev nayê vê wateya ku dagirkerî û destwerdanên leşkerî yên dewletên dîtir ji yên dewleta Tirk a dagirker çêtir in. Ji ber tevahî berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên gelê Sûriyê re digirin, bi wê re jî sûrî serxwebûn û çarenûsa xwe winda dikin. Ji lew re divê ew tev ji welat derkevin.

GELO ARMANCÊN RASTEQÎN ÊN LI PIŞ DESTWERDANÊN TIRKIYÊ LI SÛRIYÊ ÇI NE?

Dagirkirina Tirkiyê ya li Sûriyê xwedî taybetmendiyek e, ji ber dagirkirineke rasterast e û mêtîngerî ye. Dewleta Tirk hewl dide dagirkeriya xwe mayinde bike û ne demkî be. Her wiha ji destwerdan û dagirkeriya xwe hewl dide ku e lîstokê sereke li Sûriyê û herêmê ji bo ku beşin ji xaka Sûriyê tev li xwe bike û sûriyan weke sûka çeteyan bi kar bîne, bi erzanî wan di şerên xwe yên kirêt de bi kar bîne. Di dawiyê de yek ji armancên dewleta Tirk her hewldaneke rizgarkirina netewî ya gelê Kurd li kîjan herêmê be bila bibe têk bibe

DEWLETA TIRK, DEMOGRAFIYA HERÊMÊ KU DAGIR KIRINE DIGUHERÎNE, GELO PLANÊN WÊ YÊN PÊŞEROJÊ YÊN DER BARÊ SÛRIYÊ DE ÇI NE?

Armanca guhartina demografî ya ku dewleta Tirk li herêmên ku dagir kirine pêk tîne   mêtîngeriya nijadperestî ye, vê yekê bi cihbicihkirina niştecihên girêdayî xwe li şûna yên resen pêk tîne. Plana guhertina demografyaya herêmê di çarçoveya projeya wê ya guhartina nasnameya nîştimanî, civakî û çandî bi yeke nû anku ya dewleta Tirk de pêk tê.

DEWLETA TIRK SÛRÎ KIRIN ÇETE Û JI BO BERJEWENDIYÊN XWE LI DEWLETÊN DÎTIR ŞER DIKIN, GELO HÛN VÊ YEKÊ ÇAWA DINIRXÎNIN, ÇI HEDEFÊN VÊ YEKÊ HENE?

Dewleta Tirk ji komên çete yên sûrî yên girêdayî wê sûd wergirt da ku artêşekê ji çete yan jî artêşa 'Yenîçerî' bi rêxistin bike. Niha jî dişîne mirinê li Lîbya, Azerbaycan û hwd. Ev jî li ser wê barê kuştinê li nava artêşa wê kêm dike û fişarên hundirîn sivik dike.

Bi vê yekê siyaseta şerê dijminahî li dewletên herêmê firehtir bike. Lê belê ne aborî û ne jî binesaziya civakî ya tirkî dikare vê yekê tehemûl bike. Dê rojek bê ev hilweşe û bertekên wê yên hundirîn hene.

Çavên çîna desthilat a Tirkiyê ji hêza mîdeya wê ya xwarinê mezintir e. lê divê neyê jibîrkirin ku siyasetên dijminahî yên dewleta Tirk ne li gorî berjewendiyên dewletên mezin û herêmî ne. Ew dewlet jî li beramber berjewendiyên împaratoriya osmanî û rejîma Erdogan destgirêdayî namînin.

HÛN ÇAWA DESTWERDANÊN TIRKIYÊ LI DEWLETÊN ROJHILATA NAVÎN Û QEREBAXÊ DINIRXÎNIN, GELO ENCAMÊN WÊ LI HERÊMÊ ÇI NE?

Siyasetên dijminahî yên dewleta Tirk û xeteriyên wê li ser tevahî gelên herêmê hene, ji Qasfkasya bigire heta bi Lîbya, Yemen û Kendavê... min berê jî nivîsîbû dibe ku Sûriyê bibe Vietnama tirkî ya siyasî. Ez îro bi vê yekê bawer im. Ji ber Sûriyê û tevahî dewlet azaran ji destwerdana dewleta Tirk a dijminahî dikişînin. Ew jî dibe Vietnam da ku berjewendiyên Erdogan pêk bîne. Divê gelek Vietnaman ava bikin da ku vê rejîma mêtînger û dijminahî têk bibin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din