Xeza moşekan diavêje û artêşa Îsraîlê bersivê dide

Beriya kêliyekê gelek moşek ji Xezayê ber bi nuqte û bajarokên Îsraîlê yên nêzî Xezayê ketin, artêşa Îsraîlê jî bersiva êrîşên Xezayê da û nuqteyên li ser sînor ên komên Filistînê kirin hedef.

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku 3 moşekan bajarok û nuqteyên Îsraîlê yên li bakurê Xezayê kirin armanc. Her wiha topvêjên artêşa Îsraîlê bersiva moşekên Xezayê da û nuqteyên li ser sînorê bakurê Xezayê kirin armanc.

Artêşa Îsaîlê bi bîr xist ku li herêmên armanckirî hişyarkirin hat û destnîşan kir ku di encama moşekan de windahî tune ne.

Duh artêşa Îsraîlê bersiva 5 moşekên Xezayê da, yên avêtin bajarê Asqelan û Isdûd ê Îsraîlê yê li bakurê Xezayê dan û 15 nuqte kirin armanc.

Serokê hikumeta Îsraîlê Binyamîn Netenyahu piştî êrîşên moşekên Xezayê civîna hilbijartinên li bajarê Isdûdê rawestand.

Duh jî artêşa Îsraîlê ragihandibû ku heke Xeza avêtina moşekan berdewam bike, dê dest bi bombebarana asmanî bikin.

(eh)


Mijarên Din