Xezeba Zeytûnê: Çalakiya li Exterînê hêzên me pêk anî

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê çalakiya hedefgirtina erebeya çeteyê bi navê serokê qaşo bi navê meclisa herêmî ya bajarê Exterînê li bakurê Helebê Xalid El-Dîbo hilda ser xwe. Di çalakiyê de El-Dîbo bi dijwarî birîndar bû û aliyek wî qut dibe.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê girêdayî mijarê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parve kirin:

"Çalakiyên me yên leşkerî ji bo tolhildanê ji şervanên me re li dijî çeteyên dagirkeriya Tirk li Efrîn, Idlib, Ezaz, û herêmên din berdewam in. Çendîn dagirkeriya Tirk û çeteyên wê der heqê şêniyên me de binpêkirina bikin û xaka me dagir bikin, çalakiyên me dê berdewam bikin.

Roja 25`ê Hezîrana 2019`an de şervanên me erebeya çeteyê bi navê Xalid El-Dîbo serokê qaşo bi navê meclisa herêmî ya bajarê Exterînê li bakurê Helebê bi bombeyekê kirin hedef. Di encamê de bi dijwarî birîndar bû tevî ku aliyek wî qut bû. Tê zanîn ku hîna El-Dîbo li nexweşxaneyê ye û rewşa wî xeter e. Ev çalakî ji hêla şervanên me wek bersîvekê li ser kiriyan kirêt ên ku çeteyên dagirkeriya Tirk der heqê gel me de li bakura dagirkirî pêk tînin tê. Bila hemû çeteyên dagirkeriya Tirk ên di meclisan de û yên leşkerî bizanibin ku çalakiyên me berdewam in.

Çalakiyên me yên tolhildanê ji çeteyan beşek ji emaneta ku şervanên me li beramberî gelê me didin, gelê ku ji ber destê çeteyan azar kişandin û beşek ji erka me ya wijdanî ya ku şervanên me ji bo gelê xwe pêşkêş dikine."

(şx)

ANHA


Mijarên Din