Xezeba Zeytûnê: Li Efrînê du çete hatin kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihandin ku çalakiyek bi bandor li bajarê Efrînê pêk anî, di encamê de 2 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin û yek din jî birîndar bûye.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyneyekê ku li ser malpera xwe ya fermî belav kir ku şervanên wan li Efrînê çalakiyek bi bandor li dar xistin.

`Di çarçoveya çalakiyên tohildanê de ku şervanên me li dijî çeteyên dagirkeriya Tirk li herêma Efrînê û gelek herêmên Bakurê Sûriyê pêk tînin. Wek bersîva binpêkirin û sûcên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gelê me pêk tînin, yek ji komên me di 10’ê Nîsana 2019`an de bargehek çeteyan li bajarê Efrînê li nêzî çarxeriya Newroz kirine hedef. Di encamê de du çete hatin kuştin û yek din jî birîndar bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din