Xezeba Zeytûnê teqîna li Babê girt ser xwe

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê diyar kir ku wan teqîna îro li bajarê Babê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, pêk aniye. Odeyê got wan çalakî di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de ku li dijî kesên ku destên wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de hene, li dar xistine.

NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya çend saetan teqînek li bajarê Babê yê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, bi motorsîklêtekê li nêzî qada Merto pêk hat. Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê teqîn girte ser xwe. Odeyê diyar kir ku wan bi teqînê çeteyên artêşa Tirk a dagirker kirine hedef.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku di teqînê de 3 çete hatine kuştin û du çete jî birîndar bûne.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê destnîşan kir ku  wan çalakî di çarçoveya çalakiyên tohildanê, ji kesên ku destên wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de hene, li dar xistine.

Odeyê diyar kir ku heta xaka Sûriyê ji komên terorîst û artêşa Tirk were rizgarkirin dê çalakiyên wan bidomin.

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Di 14’ê Adara 2019`an de komek girêdayî me li bajarê Babê dewriyek leşkerî ya çeteyên dagirkeriya Tirk bi motorsîklêtek bombebarkirî kir hedef. Di encamê de 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Dibe ku hêjmara kuştiyan zêde bin. Eger me agahî li ser hejamar kuştiyan wergirt em ê bi we ra parve bikin.

Em ji gelê xwe yê ku bi darê zorê ji xaka xwe derketine re tekez dikin ku em soza bilindkirina asta çalakiyên xwe didin, heya ku xaka xwe ya dagirkî ji wan çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk rizgar bikin.”

 


Mijarên Din